Merivên Reben
Kitap Açıklaması
Dostoyevskî
yekemîn nivîskarê êş û azara jiyanê ye. Hunermend, psîkolog, humanîst û
dilovan... bi van nexşan, yekî nola wî nehatiye û ne jî çûye. Bi xwe jiyaneke
tahl, xizan, bi êş û nexweşî buhurandiye. Erd û asîman, cin û perî, çêyî û
xirabî di jiyan û berhemên wî de li hev dipiçikin û hevdu dihûnin. Gelek
rexnegir û lêkolîneran li ser Dostoyevskî pir û pir tişt gotine û nivîsandine.
Ji van tiştan gelekî wan ji hev dûr û gelekî wan jî nêzîkî hev in. Ji ber vê
yekê, ez ne bawer im ku bi nîgareke din û yeke din û yeke din jî meriv bikanibe
ruh, raman û felsefeya wî bidine famkirin. Û ne dûrî aqilan e ku em bibêjin:
Dostoyevskî bi xwe jî nîgara êvîn û oldariya xwe, dilovaniya ruhê xwe, kurahiya
felsefeya xwe, nexş û hûnandina hunermendiya xwe bi lêv nekiriye û nikanibûye
bike. Dibe ku ev ji bo wî jî gelekî dijwar bûye. Dostoyevskî bi xwendinê tê
famkirinê, lê dijwar e ku were katkirin.