Mersîye
Özet
Ji roja ku dinya hatiye xûliqîn heta roja me ji ber mirinën ku di nav civakê de pêk tên însan xemgîn dibin û êş û elemé dikşînin.
Ji ber vê yekê însan dixwazin derde
dilê xwe sivik bikin û seri li hinek rêyan didin. Hin ji wan ji ber zexta éş ü
elema miri héstiran dibarinin, hin di nav bêdengîyê de şîna xwe digirin û hin
ji radibin vê êş û elemê bi réya wan helbestên ku ji wan re mersiye të gotin
tinin zimên. Ev şîna ji ber mirinë; di edebiyata Kurdi ya klasik de xwedî
ciheki muhim e û bi teşeyên nezmê yên cûrbecûr li seré hel-best hatine nivîsîn.
Mersiyenûs bi rêya van mersiyeyên ku nivîsîne xwestine ku huzna di dilê xwe de
sivik bikin û derd û kulên xwe bînîn zimên. Me ji xebata xwe li ser wan
mersiyeyên klasik saz kir ku ew li ser wê êş û elema ji ber mirina yekî ku bûye
sedema ëş ü elemê hatine nivîsîn.