Mîrektiya Erdelanê
Kurte
Ev xebat ji wergera beşa
yazdehem ya berhema Mihemed Şerîf Qazî ya bi navê
Zubdetu't Tewarîxê pêk tê. Herwiha di vê xebatê de nêrîta dîroknûsiya Erdelanê,
dîroknasên vê ekolê û berhemên wan hatine nasandin. Zubdetu't Tewarîx ji aliyê qaziyê
Senendecê Mihemed Şerîf Qazî ve di sala 1800î de
hatiye temamkirin. Berhem ji duwazde beşan pêk
tê û beşa
yazdehem di derbarê mîrektiya Erdelanê de ye. Di vê beşê de
Qazî di derheq esl û nesebê Kurdan û dîroka mîrektiya Erdelanê de agahiyan
dide. Herwiha têkiliyên mîrektiyê yên bi desthilatdariyên Îranê û yên bi
dewleta Osmanî re jî di berhemê de cih digrin. Zubdetu't Tewarîx piştî Şerefnameyê
duyemîn berhema Farsî ye ku di derbarê Kurdan û mîrektiya Erdelanê de agahiyan
dihundurîne. Li aliyekî din ew ji bo Ekola Dîroknûsiyê ya Erdelanê jî bûye
bingehek. Herçiqas li Tirkiyeyê di derbarê mîrektiyên Kurdan de xebat hatibin
kirin jî li ser mîrektiya Erdelanê xebatên serbixwe gelekî kêm in. Ji ber ku
jêderên têkildarî dîroka mîrektiya Erdelanê bi piranî Farsî ne ev yek dijwartir
dibe. Em hêvî dikin ku wergera beşa
yazdehem ya Zubdetu't Tewarîxê û lêkolîna li ser nêrîta dîroknûsiya Erdelanê û
danasîna dîroknasên vê mektebê wê bibe wesîle bo xebatên berfirehtir û ev xebat
wê di vê qadê de valahiyekê dagire.