Mirina Sar -Çîrokên Mirinê
Özet
Ne ji erdê ne jî ji ezman
hawareke xêrê hebû. Di wê hewa sar de berf, wek ardê ku eleg bibe, dihat xwarê,
bayê berfa erdê û ya dibarî li hev digerand û te digot gey hemû hêrs û xinca
xwe ji Rustîyê reben digirt. Bager û bahozê, berf û baran di ser serê Rusti de
wek ardelina as dirijand. Li havirdor û xwezayê de xênji dengê bayê hemû deng hatibn
birrên û tenêbûna sevê, birçibûn û tirsa mirinê li nav hev ketibû. Rusti, di vê
rewsê de û di bêbawerîya xilas- bûnê de mirina xwe difikiri. Li ser patika xwe
sermahiya mirinê his dikir û êdi dizanibû ku xilasbûna wi ji wê behra berfê û
tipiyê tune ye. Rêwitiya wi ya îro, bager, bahoz û berfa iro bûbû «Ruhsin» ê
wi. Her wiha bêçare û bêhêvi dimine. Dilê xwe de dibêje: - Xwedê ya Rebbi, di
nava vê berf û búzê de tuyê mirina sar biki para min?