Mişextî
Kurte
Di romana “Mişextî” yê ya Adil Zozanî de, lehengên sereke yên
romanê hem bûyeran dijîn û hem jî çavdêr in. Ji ber vê sedemê, tercîha hêmaya
navê romanê bingehê xwe ji çavdêrîya wan digire. Paşeroja ku ji bo lehengên
romanê dibe bingeh rûniştîtir e û ancax mirov bikare encaman ji jîyana wan
derxe.
Mişextî gotineke sereke ye di lîteratûra zimanê gelê lehengê
romanê de. Hin mirov li ser darê dinyayê bêyî ku ji tu kesî bixeyidin dijîn,
lêbelê rengê jîyanê û helwesta mirovên din a li hemberî wan tim xeyidandî nîşan
dide. Di vê serborîyê de, mirovên ku derûdor lê xeyidîne mijara peyvê ne.
Di vê romanê de, Mişextî peyveke wisa ye ku ji bo rewşa
xeyidîn û koçberîyê bi hev re bîne zimên; tê bikaranîn. An ku, di wateya vê
peyvê de li ser rewşekê xeyidîn heye û helwesta ku xeyidîn jî pê re çêbûye,
bûye sedema koçberîyekê.
Nivîskar Adil Zozanî di “Mişextî”yê de xwe spartîyê kûrahîya
resenîya Kurmancîya Colemêrgê û vegotina xwe xemilandiye bi biwêj û derbirînên
Colemergê yên Kurdewar.