
Mişk û Mirov
Kurte
Sala 1929'an, dema ku li
Emerîkayê borsayê top avêt û Hilweşana Mezin a Aborî (Great Depression) rû da,
çawa ku hem li Emerîkayê, hem jî li cîhanê hevsengiyên dewlemendiyê li bin guhê
hev ketin, karesatên mezin jî li jiyanên ‘mirovên biçûk' qewimîn.
Wan salan, li parêzgeha
Californiayê ya Emerîkayê, du mirovên bi navê George Milton û Lennie Small, di
nava wan şert û mercên dijwar de, ji bo ku xewn û xeyala xwe ya kirrîna
pirtikek erd bi cî bînin û derkevin firêqetiyê, lewma jî wan divê hinek pere
qezenc bikin, çewlik bi çewlik digerin û dawiyê, riya wan bi çewlikekê dikeve,
ku li Geliyê Salinasê, li nêzîkî Soledada Californiayê ye. George yekî hûrik,
jîr û kone ye, lê berevajî wî, hevalê wî yê sêwî û bê kes û kûs, Lennie, ku yekî
terrikî û xurt e, lê piçekî hişsivik û dînikî ye û timî derdeseriya George e,
ji mistdana mişkan, kêvrîşkan û her tiştekî nerm hez dike, lewma jî, her cara
ku zindiyekî mist dide, wî dikuje. Her du hevalên li pey xewn û xeyala xwe û
nanê xwe, dema ku Lennie di vê çewlika nû de bûka xwediyê çewlikê dikuje, esas
vê carê li tehta mezin rast tên…
Mişk û Mirov. Novela
nivîskarê Emerîkan ê mezin, John Steinbeck (wergirê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya
1962'yan), ku Steinbeck xwe spartiye ezmûnên xwe û nivîsandiye. Çîroka George û
Lennie. Çîroka du belengazên ku li pey xewn û xeyala xwe diçin. Çîroka
hevaltiyeke diltezîn. Klasîkeke berra, ku ji hingî ku weşiyaye, bûye yek ji
deqên wêjeyî yên ku herî pirr têne gotûbêjkirin. Çîrokeke ku wê xwendevan çu
carî nikaribe ji bîr bike. Bi Kurdiya wergêrê nûhatî, Xalis Xerzan.
***
Yıl 1929; Amerika'da
borsa iflas ettiğinde ve Büyük Çöküş (Great Depression) baş gösterdiğinde,
nasıl ki hem Amerika'da, hem de dünyada refah dengeleri altüst oldu, ‘küçük
adam'ın da hayatı büyük bir yıkıma uğradı.
O yıllarda, Amerika'nın
California eyaletinde, George Milton ve Lennie Small adlı iki adam, bir parça
toprak satın alabilme hayallerini gerçekleştirebilmek ve rahata ermek için, bu
nedenle de biraz para kazanmak zorundadırlar, zor koşullarda o çiftlik senin bu
çiftlik benim dolaşmaktadırlar ve en sonunda yolları California'ya bağlı
Soledad yakınlarındaki Salinas Vadisi'nde bulunan bir çiftliğe düşer. George,
ufak tefek, zeki ve kurnaz biridir, fakat yetim ve kimsiz kimsesiz arkadaşı
Lennie, tersine, azıcık aptal, çatlak ve George'un değişmez baş belasıdır;
fareleri, tavşanları ve yumuşak olan her şeyi okşama takıntısına sahiptir, bu
nedenle de, bir canlıyı okşadığı her seferde öldürür. Hayallerinin ve
ekmeklerinin peşindeki bu iki kafadar, Lennie bu yeni çiftlikte çiftlik
sahibinin gelinini okşama takıntısından dolayı öldürdüğünde, asıl bu kez
baltayı taşa vururlar…
Fareler ve İnsanlar.
Amerikalı büyük yazar John Steinbeck'in (1962 Nobel Edebiyat Ödülü) kendi
tecrübelerine dayanarak yazdığı novel. George ile Lennie'nin hikâyesi.
Hayallerinin peşinden giden iki biçarenin hikâyesi. İnsanın içine işleyen bir
arkadaşlığın hikâyesi. Yayınlandığı günden bu yana en çok tartışılan edebî
metinlerden olan, gerçek bir klasik. Okuyucunun asla unutamayacağı bir hikâye.
Genç çevirmen Xalis Xerzan'ın Kürtçesiyle.