Nara
Kurte
Havîn û Evîn û Şîn
Evîn tim bi biharê re kulîlkên xwe vedike û xwîna dilan dikelîne. Xwîna ku germ dibe, bi havînê re li ser nivînên li ser baniyan xwe bi stêrkên dûr re xweş dike. Stêrk tim ne li dûr in, yek caran tîlikên ku dilerizin wêkî pênc zarokên ku şev daristaneke tarî re dimeşin, ji zik dadikevin stêrkekê. Laş ditevize, bajar û dinê hildiweşin, tîlikên keçkekê ji nav şeqên wê derdikevin: Xwîn! Xwîna ku bi germa havînê, bi tevna evînê keliyayî! Di çîroka Havîna Evînê de, ji îzmirê ber bi Mêrdînê rêyeke dûr û dirêj radixe ber çavan nivîskar û dide zanîn ku, evîn ne sala dinase ne jî kala.
Bi çîroka sêyemin re rê neqedandiye Dîcle, xwe li çîroka çaremîn sipartiye. Ji demeke biyanî û ji bêrikirinên sar û dirêj, ber bi maleke din ve rêketiye. Şifêr daye ber rê, dengê Şivan Perwer daye ber şifêr û ramûsanên keçkên êzdiyan di xweşbûna seherê sibê de ji xwe re veşartiye. Saeteke Serkîsof sekinandiye bi şînekê, bi dengê selayekê, bi girîna jinekê.
Kurt û Kurmancî
Mehmet Dîcle heşt çîrok nivîsandine, bi çar çîrokên pêşin meriv dimire têra xwe, kesên bawer nakin nivîs jî mirinek e divê li dû şopa çar çîrokên din kevin, Nara!
Omer Faruk Baran, Pêngav, 2011/4