Neban
Kurte
“Neban” pirtûka Evdirehman Elçek a ewil e.
Pirtûk ji donzdeh çîrokan pêk tê. Çîrokên wî li perê jîyanê nasekinin. Em
xeyal, demên borî, dilşikestinên xedar û jêrzemînên bêavmayî di van çîrokan de
dibînin. Çîroka “Neban” navê xwe dide pirtûkê. Em ê di jîyana margîskekê de
bîyanîbûneke trajîk bibînin. Bi vê çîrokê re jîyana rasteqîn tê ber serê me û
em bêhizûr dibin. Di çîrokên din de jî ev rewş didomin. Em ê car caran di
dinyayeke biçûk de bijîn û car caran jî di nava bajarekî mezin de xwe
bigevizînin.
Ew rewşên ku mirovan
bêhizûr dikin ji nişka ve dertên li pêşîya me. “Divê tu jî mîna wan
bûyayî.” Lê ev ne mimkûn e. Qehremanên
me naşibin tu kesan û ew bi zimanekî laloteyî dikin vixevix. Wê demê em fêm
dikin ku ev laloteyî ji wan hêman û epîzotên Kafkaesk pêk tên.
Wext dibe mirov bi
qehremanên çîrokên wî re hevaltîyê dike, wext dibe em dikevin devê kêrxencerekê
û rexne li me tên kirin. Dema em piçekî ji jîyanê dûr dikevin, qerepereya şopan
didin pêşîya me. “Bi şiqînîya wê mifteyê re ez diçim li nava meydanekê çik
disekinim.” Em ê xwe bi qeretîyan ve bigirin û nivîskar dê ji me re bibêje;
“Şivan û gavanan ew her
tim li ser rêyekî dîtin û ew ber bi welatekî xerîb dimeşîya û xwe bi xwe
digot: ‘Ezê bi êvarê re vegerim holika
xwe.’ Lê mixabin ew qet tu carî venegerîya ser qula xwe. Ew çiqas meşîya, ewqas
ji qula xwe dûr ket.”