Nobedarê Gulên Kobanê
Özet
Nobedarê Toza Gulên Kobanê romana
Mizgîn Ronakê ye ku li ser şerê Kobanê nivîsandiye. Nivîskar, dînekî Kobanê; ku
ew dîn di dema şerê Kobanê de bajar neterikandibû û heta dawiyê di nava şer de
mabû, ji xwe re kiriye leheng û hemû bûyer û çavdêriyên wan kêliyên şer ji dev
û derûniya wî dînî ji xwendewanên xwe re
ragihandiye.
Nivîskar, bi pênûsa xwe ya xurt,
rastiya şerê Kobanê, wehşeta çeteyên DAIŞ’ê, lehengî û berxwedana şervanên
Kobanê, rastiya civakî û berxwedana kurdan ya li ser sînor mîna tabloyekê
radixîne ber çavên xwendekaran. Ev tablo carinan mirov dikenîne, carinan mirov
digirîne û carinan tijî dilê mirov êş û jan dike. Pêre pêre hêviya serkevtinê
dike aleke rengîn û di baxçeyê azadiya hêviyên mirov de li ba dixe.
Ya herî girîng ku ev berhem bi
psîkolojiya dînekî hatiye nivîsandin, tevî ku her kêliyek di nava şer de ye û
şer dijî, her tişt, her gotin, her tevger wisa masûm in, wisa mirovane ne mirov
ber bi fikirandike din ve dibe. Mirov dike heyranê dînekî ji aqilan biaqiltir.
Ango aqilê Dînê Kobanê pêşiya hemû kîn û nefretan digire û her tiştî bi
masûmbûn û paqijiya mirovbûnê re pêşkêşî civakê dike.
Romana Nobedarê Gulên Kobanê
berhemeke ku mirov di yek kêliyê de dixwîne û bi mehan xwe di nav de dibîne û
ji hişê mirov dernakeve. Berhemeke hêjayî xwendinê ye ye Nobedarê Gulên
Kobanê.