Nûbihar 147

10,00 TL
Kategori
Stok Kodu
bijare713
Yazar
Kolektif
Sayfa Sayısı
96
Kitap Adı
Nûbihar 147
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
19.5 x 27.5 cm
Basım Yılı
Bihar 2019
ISBN
2147-8821
Fiyat
10,00 TL + KDV
*10,00 TL den başlayan taksitlerle!
Naverok

Jimara Nûbiharê ya 147an bi nivîsên lêkolînî, hîkaye, folklor û curbecur şi’ran derket. Di vê jimara Nûbiharê de 12 şi’r hene; digel şir’ên Rojen Barnas û Berken Bereh, şir’rên Hafizê Şîrazî, Pablo Neruda, Nîzar Qabanî, J. W. von Goethe û Mewlana Celaleddînê Romî jî ji Farisî, Îngilîzî, Erebî û Almanî hatine wergerandin bi Kurmancî. Di vê jimarê de jî nivîsên balkêş hene: Murad Celalî di vê jimarê de îjar di seyahetnameya Marko Polo de li pey şopa Kurdan ketiye. Ahmet Aras di nivîsa xwe de, behsa eşîra xwe Şadiyan û malbata xwe kiriye û avakirina Millî Şûra Sariqamîş û Qaqizmanê kiriye mijara nivîsa xwe. M. Zahir Ertekin çûye ziyareta Mela Îmadeddînê Reşpojanî û ev seydayê hêja bi berhem û xebatên wî daye nasandin. Rohat Alakom romanek daye nasandin. Romana Receb Dildar Leqat ku mijara wê li dor hereketa Şêx Seîd Efendî digere di vê jimarê de bûye mijara nivîsa Rohat Alakom. Ahmet Seyarî ji aliyê tema, ziman û hunerê ve li ser mersiyeyên M. Zahirê Tendûrekî sekiniye. Nevzat Eminoğlu jî pêşniyarên Rêbera Rastnivîsînê ya ku Weqfa Mezopotamyayê weşandiye dinirxîne. Lokman Kalan di devoka Torê/Tûrabidînê de rêjeya dengan kiriye mijara nivîsa xwe. Nihad Gültekin hevpeyvîna vê jimarê îjar bi nivîskar û şair Hinara Tajdîn re kiriye. Naveroka vê jimarê ev e: -Süleyman Çevik/Ji Edîtor -Berken Bereh/Ziman, wêje û netew -Rojen Barnas/Hewwa -Murad Celalî/Di Seyahetnameya Marco Polo de Kurd û Kurdistan -Berken Bereh/Bar -Ahmet Aras/Malbata min (Mala Suleyman Axa) û Millî Şûra Sariqamîş û Qaqizmanê -M. Zahir Ertekin/Mela ‘Îmadeddîn Reşpojan: Gencîneyeke Veşartî -Rohat Alakom/Ji Receb Dildar Berhemeke Dîrokî -Hafizê Şîrazî/Ez ji derbên xerîban ne gazindar im (Werger: H. Acar) -Ahmet Seyari/Mersiyeyên Mela Zahirê Tendûrekî ji aliyê tema ziman hunerên edebî ve -Sidîq Gorîcan/Haîkûyên vê heftîyê- (adar 29–nîsan 5) -Shahîn Bekir Soreklî/Kobanî û Kalê bi ber Tofana Payîza 2014an ketî -M. Zahir Ertekin/Mewt -Nevzat Eminoğlu/Xebateke Girîng û Dîrokî: Rêbera Rastnivîsînê -Pablo Neruda/Evîn (werger: T. İnanç) -Receb Dildar/Keç ziyaret in -Abdullah Can/Seîdê Kurdî û Komîteya Îttihadiyan -Nîzar Qabanî/Ger tu ne di jiyana min de bûya / (werger: Q. Sipranî) -Lokman Kalan/Rêjeya dengan di Devoka Torê/Tûr Abdîn de -Mele Siracedînê Xelîlî/Gulcivîn (tîpguhezî: A. Demir) -Hinara Tajdîn: Min di 13-14 saliya xwe da dest bi nivîsarê kiriye! (Hevpeyvîn: N. Gültekin) -Johann Wolfgang von Goethe/Î’tiraf (werger: A. İncekan) -Hanifi Taşkın/Kilameke Evînî ya Mihemedo û Têlî Rihanê -Serdar Şengül/Kirîna Zemên -Dilazad A.R.T/Folklor di romana Ereb Şemo ya Şivanê Kurmanca de -Mela Muhemed Gulnar/Medhiya Hezretî Bedîuzzeman (tîpguhêzî: Sîpanî) -Baba Muqaddem/Mêvan (Werger: B. Şanaz) -Hebûn Dorikî/Evîndariya ça’yê -Evdî Hesqera/Kilama Osmanê Xwarzê -Mihemedê Xarpêtî/Serê Salê! -Paşa Amedî/Jiyanek Dijwar çanda me ya jibîrbûyî tîne bîra me! -Mewlana Celaleddînê Romî /Şîroveya Şaş ya Mêşê (Werger: H. Acar) Ji bo têkiliyê: nubihar@gmail.com, 0212 519 00 09, 505 259 84 02 Nivîsa Edîtor: Bi jimara 147an merheba Nûbiharê heta niha 22 cildên xwe temam kirine, ev jimara 147an jî aîdê cildê 23yan e. Mixabin cildên 1, 2, 3, 4, 5 û 7an di destê me de nemane; fasîkulên 19, 20, 21 û 22yan jî ji ber rewşa aboriyê me nekariye cild bikin. Hêvîdar im rojek ew îmkan çêbibe, em bikaribin hemû cildên Nûbiharê temam bikin. Her cild nêzikî 400 rûpelî ye, tev bi hezaran rûpelên Kurdî dikin. *** Di vê jimarê de Murad Celalî îjar di seyahetnameya Marko Polo de li pey şopa Kurdan ketiye. Ahmet Aras di nivîsa xwe de, behsa eşîra xwe Şadiyan û malbata xwe dike û avakirina Millî Şûra Sariqamîş û Qaqizmanê kiriye mijara nivîsa xwe. M. Zahir Ertekin Mela Îmadeddînê Reşpojanî bi berhem û xebatên wî dide nasandin. Rohat Alakom romana Receb Dildar Leqat ku li dor mijara hereketa Şêx Seîd Efendî digere di vê jimarê de dide nasandin. Ahmet Seyarî ji aliyê tema, ziman û hunerê ve li ser mersiyeyên M. Zahirê Tendûrekî sekiniye. Di vê jimarê de Nevzat Eminoğlu jî pêşniyarên Rêbera Rastnivîsînê ya ku Weqfa Mezopotamyayê weşandiye dinirxîne. Lokman Kalan di devoka Torê/Tûrabidînê de rêjeya dengan kiriye mijara nivîsa xwe. Nihad Gültekin hevpeyvîna vê jimarê îjar bi nivîskar û şair Hinara Tajdîn re kiriye. Wekî din, bi nivîs û kurteçîrokên xwe Berken Bereh, Shahîn Bekir Soreklî, Abdullah Can, Receb Dildar, Hanifi Taşkın, Serdar Şengül, Dilazad A.R.T, Baba Muqaddem, Evdî Hesqera, Mihemedê Xarpêtî û Paşa Amedî di vê jimarê de cih girtine. Bi şi’rên xwe jî Rojen Barnas, Berken Bereh, Nîzar Qabanî, Hafizê Şîrazî, Sidîq Gorîcan, Pablo Neruda, Mele Siracedînê Xelîlî, Mela Muhemed Gulnar, Hebûn Dorikî, Mewlana Celaleddînê Romî û Johann Wolfgang von Goethe ev jimar xemilandine. Notek: Di jimareke pêş de em dixwazin li ser Edebiyata Zarokan dosyayekê amade bikin, kesên dixwazin tevlî vê dosyayê bibin ji kerema xwe nivîsên xwe bişînin vê mailê: nubihar@gmail.com *** Li ser wefata bavê min: Amadekirina vê jimarê ji bo min gelek zehmet bû. Di 12ê Nîsana 2019an de, li Diyarbekirê bavê min wefat kir. Zeman çawa tiştên nû bi xwe re û tîne dike hevparê jiyana me, hin tiştan jî ji me distîne. Di rewşeke weha de meriv bêçare ye, nizane li ser mirina bavê xwe çi bibêje… Bavê min şair û nivîskar bû. Heta niha hinek şi’rên wî di jimarên Nûbiharê de weşiyane. Kitêbeke wî bi Tirkî weşiyayî ye. Gelek şi’rên wî bi Tirkî û Kurdî hene, ew jî neweşiyane. Ji kesên hatin şîna me re, kesên li ser medya civakî êşa me parve kirin, kesên telefon kirin, peyam şandin, bi taybetî jî merivên zehmet kirin ji deverên dûr hatin û êşa me kêm kirin… Li ser navê malbata xwe, ji we dost û hevalên hêja re gelek spas dikim… Xweda ji we razî be, hûn her hebin, mala we tevan ava be! Bimînin di nav xêr û xweşiyê de…

                                                                                                                                                                                                        Süleyman Çevik

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Nûbihar 147 bijare713
Nûbihar 147

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.