Nûbihar 149
Naverok
Nihat Gültekin di vê jimarê de li ser jiyana Celîlê Celîl nivîsek berfireh nivîsiye. Wekî tête zanîn, Malbata Celîl, di nav Kurdên Ermenîstanê de karên gelek hêja kirine; di vê nivîsê de behsa van xebatan jî hatiye kirin. Rohat Alakom çîrokek Soranî ku li ser serhildana Agiriyê, di sala 1960î de ji aliyê Kawus Qaftan ve hatiye nivîsandin bi Ziya Avci daye wergerandin î Kurmancî, digel nivîsa xwe ev metn jî di nivîsa xwe de daye… Murad Celalî di ger û xebata leşker û nivîskarê Alman Helmut Von Moltke de Kurd kirine mijara nivîsa xwe. Ali Karadeniz di vê jimarê de li ser çîrokên Enwer Karahan nivîsiye. Shahînê Bekirê Sorekli jî bi çîrokek bi navê “Profesor û Rihrengîn” di vê jimarê de cih girtiye. Demeke berê Weqfa Mezopotamyayê bi navê “Rêberê Rastnivîsînê” ku ji aliyê komxebatekê ve amade bûye weşandibû. Yaşar Eroğlu jî di nivîsa xwe de ev xebata girîng nirxandiye. Hevpeyvîna vê jimarê Salihê Kevirbirî bi zimanzanê Amerîkayê Michael Chyet re kiriye. Wekî tête zanîn Michael Chyet 40 zimanan dizane û ferhengeke wî ya Kurmancî-Îngilîzî heye. Wekî din kesên bi nivîs û kurteçîrokên xwe di vê jimarê de cih digrin ev in: Xweşmêr, Abdullah Can, M. Xalid Sadînî, Mahsûn Reşçelan, Mustafa Dehqan (werger: M. Ş. Filiz), Evdî Hesqera û Selimê Ahmed. Bi şi’rên xwe jî Hafizê Şîrazî (werger: A. Acar), Rojen Barnas, M. Zahir Ertekin, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî (werger: A. Acar), Ingeborg Bachmann (werger: A. İncekan), Ahmed Arif (werger: T. İnanç), Firat Keklik, Ebdulqadir Kızılkaya, Bedirxan Epözdemir, Hengov, Sidîq Gorîcan û Suat Baran ev jimar xemilandine.