Nûbihar 150
Naverok
Nûbihar gihaşte jimara 150 Wekî jimarên berê di vê jimara Nûbiharê de jî cûrbecûr nivîs hatine weşandin. Nivîsên lêkolînî, çîrok, gername, jiyanname, metnên kilamên dengbêjiyê, helbest û wergerên ji helbestên cîhanê û hevpeyvînek di vê jimarê de cih girtine. Edîtorê kovarê Süleyman Çevik di despêka nivîsa xwe de weha gotiye: “Wekî kovar Nûbihar bi vê jimarê êdî 28 salî ye. Weşanxana Nûbiharê jî ku 7 meh beriya kovarê ava bûye, ew jî di Adara 2020an de dikeve 29 saliya xwe. Ewqas sal bi zimanê Kurdî, ji bo me tiştek gelek girîng e; dizanim ev xebat ji bo nivîskar û xwendevanên me jî weha ye. Dema wext tê dibêjim: Weşangeriya Kurdî li Tirkiyê gellek zehmet e; ji alîkî ve rewşa aboriyê, ji alîkî ve jî pêşdaraziyên li hember meseleya Kurdan karê me tim û tim zehmet kirine. Lê meşandina karê Nûbiharê eşq e; kesên ku keda xwe kirine vê xebatê di çavê me de gelek bi qîmet in; careke din ji wan dost û hevalan rica dikim ku ji vir pêve jî li Nûbiharê xwedî derkevin.” Naveroka jimara 150î weha ye: Süleyman Çevik/Ji Editor Berken Bereh/Li koçka şi’rê û şairan Rohat Alakom/Du heyranên Selahaddîn Eyûbî (Sedsala 14) Dante û Boccaccio Murad Celalî/Fêrîkê Ûsiv û Xebatên Wî Rojen Barnas/Aldonza / Di Barîgana Evînê de Abdullah İncekan/Li welatê rojê li xwe veger Başûrê dil Berken Bereh/Kumbet Heinrich Heine/Bi xatirê te (Wergera ji Almanî: Abdullah İncekan) Evdilxaliqê Îsa/Li zarokatiya xwe digerim Konê Reş/Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye Ne li Botan û Ermenistanê ye! Furûx Ferroxzad/Diyarî (Wergera ji Farisî: Mahsûn Reşçelan) Hafizê Şîrazî/Bir ji min wê qerar û taqet û heş (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar) Şemoyê Memê/Dê û Kur di Berhemên Emerîkê Serdar de Felat Dilgeş/Barê me li erdê Mehmet Rauf Çîçek/Der heqê Seyda de çend bîranîn Kinyazê Îbrahîm/Navdarekî Edebiyata Kurdî ya Sedsala 20an: Eliyê Evdirehman Milla Ehmedê Cizîrî/Na Dûrîyey Ez Qut Kerda (Kurmancî ra Açarnayiş: Ö. Faruk Çetinkaplan) Hêmin Omar Ahmad/Hebîb Mihemed Seîd nivîskarekî pirr berhem Talat İnanç/Zimanê Kurdî Salihê Kevirbirî/Hosteyekî Edebiyata Kurdî: Eliyê Evdirehmanê Momîn Bamed Serdar/Tu havîn difûriya Michael L. Chyet/Derbarê hevpeyvîna jimara 149an de agahdariya Shahîn Bekir Soreklî/Pira Hilweşiyayî Sidîq Gorîcan/Haîkû (Xêz: Zozan Orak) Abdullah Can/Seîdê Kurdî û gelê xwe-II Mele Mihemed Kêrsî/Ebdurehman Durre û Mela Mihemed Sadiq Nesim Sönmez/Sonda bi Quranê Dilazad A.R.T/Tenê guhdariya bêdengiyê dikim Ahmet Seyarî/Tehlîla Romana Dimdim a Erebê Şemo Mahmûdê Hesbêra/Kilama Çemê Dilkiya Qedrî Sipranî/Sê Çarîn Mihemedê Xarpêtî/Yan e! Receb Dildar: Ez bi xwendin û nivîsê li heyatê me! (Hevpeyvîn: Nihat Gültekin) Abdulselam Akıncı/Çima Kilaman Çêdikim? Mela Muhemed Gulnar/Firaqa Jiyana Medresan (Veguhastina ji tîpên Erebî: Sîpanî) Evdî Hesqera/Kilama Heso yan Hûso û Nazê?