Nûbihar: Jimara 153yan derket! Nûbihar bi jimara
xwe ya 153yan derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê jimarê de jî nivîs û
helbestên cûrbecûr hene. Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Süleyman Çevik beriya
behsa naveroka kovarê bike behsa şewba koronayê kiriye û gotin aniye ser pênc
kesên vê dawiyê wefat kirine. Rohat Alakom Konferansa Kurdnasiyê ya ku di sala
1934an de li Erîvanê çêbûye nivîsiye. Roşan Lezgîn bi Dimilî/Kirmanckî li ser
kilama Ehmedê Huseynî nivîsiye. Ehmedê Huseynî navê wî gelek belav bûye; dema
di sala 1933yan de hatiye kuştin, li ser wî kilam çêbûye. Malbata Fanîzedeyan
ji Silêmaniyê ye; ji ber îskana mecbûrî koçê herêma Edenê kiriye. Seîd Veroj ji
vê malbatê Elî Îlmî Fanî ku di dema xwe de gelek navdar bûye ji quncikên
dîwaran derdixîne meydanê. Murad Celalî di romana James Justinian Morier ya bi
navê Macerayên Hecî Babayê Îsfehanî de Kurd û Kurdistan kiriye mijara nivîsa
xwe. Perwîz Cîhanî di vê jimarê de helbesteke Axaokê Bêdarî ku di jimara 151an
de weşiyabû şirove dike û tîpguheziya wê jî rexne kiriye. Abdullah Can di
pêkenokên Nasreddîn Xoce yên aîdê sala 1926an de rastî navê Kurdan hatiye û ev
tişt kiriye mijara nivîsa xwe. Metin Yüksel danasîna bernameya Qelenderxanê ya
li ser helbestê ku 3 salan di televîzyona Kurdistan24ê de hatibû ser ekranê
kiriye. Rahmetullah Karakaya bîranînên Mela Husnî Hezîn “Hêliya Heqîqetê,
Xatireyên Heyatê” bi xwendevana daye nasandin. Di vê jimarê de du hevpeyvîn
hene: Nihat Gültekin bi Cemîla Celîl re, Kamil Basirgan jî bi Abdullah İncekan
re peviviye. Wekî din di vê jimarê de berhemên van kesan weşiyane: Rojen
Barnas, Berken Bereh, Qedrî Sipranî, Se’diyê Şîrazî, Kevok Mizgîn, Melayê
Cizîrî, ‘Elî Kemal Bapîr (Kemalî), Tengezar Marînî, Rûbar Elî, Evdilxaliqê Îsa,
Mela Muhemmed Gulnar, Bamed Serdar, Talat İnanç, Occo Mahabad, Molla Surûrî
Efendî, Hanifi Taşkın, Yusif Hêşetî, Nasır Kemaloğlu, Fuzûlî, Yılmaz
Budancamanak, Frazê Xoytî û Receb Dildar. Bimînin di xweşiyê de. Süleyman Çevik