Nûbihar 170
Naverok
Ji jimara 170yî merheba.
Jimara Nûbiharê ya 169an ji ber hin sedeman bi qasî 45 rojan dereng derketibû.
Bi kêfxweşî dibêjim ku piştî derketina wê jimarê, me dest bi jimara 170yî kir û
kovareke sê mehî di mehek û nîv de amade bû, çap bû û hat ber destê we.
*** Di vê jimarê de M.
Zahir Ertekin bi navê “Geştek li nav Dîwana Behmûrî” li ser Dîwana Behmûrî
nivîsiye. Mela ‘Ebdurrehîm İnanç (Behmûrî) helbestên xwe bi terzê klasîk
dinivîse. Di dema îro de şairên bi vî terzî dinivîsin kêm in. M. Zahir Ertekin
dibêje ku Behmûrî, mijarên ‘eşq, hesret û firqeta ji yarê, hezkirina Pêxember
(s.), niştimanperwerî, tesewuf û hin cureyên din bi hostayî bi kar anîne.
Ertekin weha gotiye: “Ev dîwan, wek gelek berhemên klasîk ên edebiyata
Rojhilata Navîn, di bin bandora kevneşopiya helbestvaniya Farisî û Erebî mabe
jî, lê bi reng û dengê xweserî yê Kurdî xemilandî ye.” Di vê jimarê de nivîsa
Ahmedê Hepo ez birim salên berê. Xwedê sihetê bide, Ahmedê Hepo li heyatê ye,
li Azerbaycanê dimîne. Salên wî ji 80yî derbas bûne. Di vê jimarê de li ser
Bariyê Bala nivîsiye. Cara ewil min navê Bariyê Bala di salên 90î de bihîst.
Wan salan hevalekî ji Azerbeycanê bi navê “Kuda Herim” pirtûkeke wî ji min re
anîbû. Helbestên wî yên bi qafiye pir li xweşa min çûbûn. Bariyê Bala sala 1937an
li gundekî Ermenistanê tê dinyayê; sala 2020an de jî li Qazaxîstanê, Alma Atayê
84 saliya xwe de wefat dike. Ev qedera me ye. Çima bi sedan rewşenbîr û
nivîskarên me li xerîbiyê; belkî jî di perîşaniyê de wefat dikin? Ev mijareke
din e; lê heqîqeta me ye. Ahmedê Hepo Bariyê Bala sala 1960î nas kiriye û
hevaltiya wan heta wefata Bala dewam kiriye. Hanifi Taşkın Adil Begê Miksî
kiriye mijara nivîsa xwe. Adil Beg sala 1931ê de, di 33 saliya xwe de tê
kuştin. Di wî umrê xwe yê kurt de navek meşhûr li pey xwe hiştiye. Em tev tirba
Ehmedê Xanî ya li Bazîdê dizanin. Gelo hûn dizanin ev tirba çi wextê çêbûye?
Min jî nizanîbû, xwend hîn bûm. Ez bawer im ev mijara wê bala gelekan bikişîne.
Nihat Gültekin çêkirina tirba Ehmedê Xanî kiriye mijara nivîsa xwe. Di vê jimarê
de Tehsîn Îbrahîm Doskî sê xezelên Hafizê Şîrazî ji Farisî wergerandine. Hekîm
Meretoyar jî ji Herêma Sasûnê çend stranên kurt berhev kirine.
*** Wekî din bi nivîs û
çîrokên xwe Nevzat Eminoğlu, Sabri Akbel, Newzad H. Wezîr, Eyşana Beravî,
Mizgîn Ertaş, Mustafa Ertaş, Wehab Mistefazade, Mela Muhemmed Gulnar, Xortê
Nazik, Mustafa Karadağlı, Bedirhan Epözdemir, Dilazad A.R.T, Dawid Aram, Rojbîn
Ozkan, Ahmet Gemi û Ozan Serhedî di vê jimarê de cih girtine. Şairên vê jimarê
jî wisa rêz bûne: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî, Hebîb
Akbaş, Asyah Goyî, Mihemed Elî Bayram, Sidîq Gorîcan, Eyşana Beravî, M.
Ebdulhemîd Mendanî, Kevok Mizgîn, Mistefayê Gewrê, Sabrî Akbel, Muhammed
Bozkoyun, Mustafa Işık, Mîna Aqil, Alî Yusuf Rengvermez, Bedirhan Epözdemir,
Mehmet Çalışci û A. Rahîm Kılıç. Hevpeyvîna vê jimarê Paşa Amedî bi nivîskar
Mehmet Öncü re çêkiriye. Mehmet Öncü bêhtir berhevkariya folklorê, wekî din jî
heta niha di gelek waran de berhemên Kurdî nivîsandine. Di vê hevpeyvînê de
behsa xebat û tecrûbeyên xwe kiriye. A. Rahîm Kılıç Piştî me karê xwe xilas kir
û me yê kovar bişanda çapê, xebereke sar gihişte me. Yek ji şairên me yên vê
jimarê A. Rahîm Kılıç, di temenekî ciwan de çûbû ber rehma Xwedê. Em ji bo A.
Rahîm Kılıç ji Xweda rehmetê dixwazin, ji malbat, heval û dostên wî re
serxweşiyê dixwazin. Heta jimara din bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK