Nûbihar Akademi 17
Kurte
Ji Nûbihar Akademîyê merheba!
Nûbihar Akademî bi jimara xwe ya hevdehem (jimara yekem a sala nehem)
li pêşberî we vekoler û akademîsyenên hêja ye. Wek ku me ragihandibû, em êdî di
her jimareke Nûbihar Akademîyê da zêdebarî nivîsarên li ser babetên giştî li
ser mijareke taybetî jî dosyayekê amade dikin. Di vê jimarê da em bi dosyaya
yekem li pêşberî we ne ku babeta dosyayê “Kurdên Yarsan” e. Ji ber ku edîtorê
dosyayê Dr. Shahab Vali di vê babetê da pêşekîyeke serbixwe nivîsîye em ê
hûrgulîyên dosyayê û perspektîfeke giştî li ser babeta dosyayê hewaleyî wê derê
bikin. Li vê derê em bi taybetî dixwazin wek erkekê spasî û minetdarîya xwe
pêşkêşî Dr. Vali bikin ku digel hemû zehmetîyên wê ev dosya ji me ra amade kir.
Di vê jimarê da bi giştî deh nivîsarên me hene. Ji van nivîsaran heft heb
gotarên resen, yek gotareke kurt, yek wergêran û yek jî danasîna pirtûkê ye. Ji
alîyê zimanî ve şeş gotar bi Kurdîya Kurmancî, gotarek û danasîna pirtûkê bi
Kurdîya Zazakî, gotarek bi Îngilîzî û wergêran jî bi Tirkî ye. Ji alîyê temayan
ve sê gotar û wergêran derheqê Kurdên Yarsan da ne ku ev di heman demê da
mijara dosyayê ye jî. Ji nivîsarên din sê gotar di qada edebîyata modern,
gotarek û danasîna pirtûkê di qada edebîyata klasîk û gotarek jî di qada
folklora Kurdî da ye. Zülküf Ergün, di gotara xwe ya bi navê Nasnameyên
Edebîyata Kurdî ya Sovyetê da ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, li ser
arasteyên nasnameyî yên edebîyata Kurdên Sovyetê radiweste û di nav konteksteke
sîyasî û civakî da behsa guherînên nasnameyî yên vê edebîyatê dike. Li gor
Ergün sê qadên vê guherinê di nav Kurdên Sovyetê da hene ku ew jî şopên
nasnameya travmatîk a Kurdên Êzîdî, bicihbûna nasnameya Sovyetê û serîhildana
nasnameya neteweyî ye. Nivîskar, awayên sêwirîn û nîşandana van nasnameyan di
deqên edebî da berceste dike. Güneş Kan, di gotara xwe ya bi navê Romaneke
Bêhizûr: Di Peywenda Fîksiyonalîte û Dengê Vegêranê da Gramera Bêhizûr a Şener
Özmen da ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, li ser bêhizûrî û fîksîyona
krîzwarî ya romana Gramera Bêhizûr hûr dibe û hewil dide ku di peywenda têgih û
teknîkên fîksîyonê yên wekî berhema vekirî, navdeqî, metafîksîyon û dengê
vegêranê da analîza wê romanê bike. Nivîskar, gihîştîye wê encamê ku di vê
xebata romannûsî da ji hêlên naverokî û şêweyî ve cîhaneke absurd, kaotîk û
krîzwarî tê xuyakirin ku vê yekê ne tenê rengê xwe daye navê romanê (Gramera
Bêhizûr), di heman demê da rengê xwe daye piranîya xebatên romannûsî jî. Mazhar
Çiftçi, di gotara xwe da ya ku navê wê Penaberî di Lehengsazîya Romana Barê
Şevê ya Fawaz Husên da li Gorî Rêbaza Realîzma Efsûnî ye û bi Kurdîya Kurmancî
hatîye nivîsîn, romana Barê Şevê ya Fawaz Husên ji alîyê penaberîyê ve vedikole
û di vê yekê da ji rêbaza realîzma efsûnî sûd werdigire. Nivîskar di çarçoveya
vê rêbazê da û bi awayekî giştî sedem û encamên neyînî yên penaberîyê di
lehengsazîya çar penaberên Kurd da ku her yek ji wan ji parçeyekî Kurdistanê ne
tehlîl dike û alîyên jîyana wan ên rasteqînî û xeyalî/efsûnî radixe ber çavan.
Kenan Subaşı, di gotara xwe da ya ku navê wê Dêw û Formên Wan di Folklora Kurdî
da ye û bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, li ser têgeha “dêw”ê û tezahur,
cure û temsîlên wê radiweste. Li gor tesbîtên Subaşı, wek mîteke Kurdo-Îranî ku
çavkanîya wê ya sereke kitêba pîroz a Zerdeştîyê Avesta ye dêw û formên dêwan,
çi bi navê xwe û çi jî bi nav û nûçikên cuda û curbicur (Pîra Cadû, Kula
Stûbizengil, Elk, Meyreman, Xapxapok, Reşê Şevê, Rotê Şevê, Dêlegur, Gurê
Manco, Xermexozan, Psîka Girnexok, Gornepaş, Zibên, Sibat, Kabûs) di nav
folklora Kurdî da bi awayekî pir zindî hatine veguhastin û gihiştine roja me.
Nivîskar, pênasekirin, bizarkirin û şayesandinên van forman di nav folklora
Kurdî da vedikole û radixe be çavan. Nevzat Eminoğlu, di gotara xwe da ku navê
wê Estetîk û Cureyên Wê di Şiîrên Melayê Cizîrî da ye û bi Kurdîya Kurmancî
hatîye nivîsîn, estetîzmê wek mijareke herî kevn a qada felsefe û edebîyata
klasîk li qelem dide û hewl dide ku bi rêya helbestê felsefeya estetîkê li nik
Melayê Cizîrî tesbît bike. Nivîskar di vê çarçoveyê da nêrînên Melayê Cizîrî yên
li ser estetîkê û mahîyeta wê di nav dîwana wî da vedikole û hizr û ramanên
hunerî yên Melayî û herweha esas, uslûb, şêwe û cureyên estetîkê li nik wî
dinirxîne û di vê biwarê da encamekê bi dest dixe. Di beşa danasîna pirtûkê da,
nivîsara Nurettin Beltekinî ya ku bi Kurdîya Zazakî hatîye nivîsîn û navê wê
Kîtabê Eşqname Ser o Nirxnayîşek e cih digire. Beltekin, di nivîsara xwe da
berhema Hayrullah Acarî ya bi navê Eşqname: 100 Xezelên Mewlana Yên Bijartî
(Weşanxaneyê Nûbiharê, 2021) dide nasandin û li ser girîngîya Mewlana, berhemên
wî, wergêranên wan û vê wergêrana Hayrullah Acarî ku di qada xwe da gaveke nû
ye bîr û boçûnên xwe derdibire. Alireza Zahedi Moghadam (History of western
academic reaserch on Yarsan), Sevda Orak Reşitoğlu, (Kelamên Soranî Di Metnên
Yarsanî De: Mînaka Nêrgiz Xanim Şehrezorî) û Mutlu Can (Hetê Bawerî, Îbadet û
Organîzebîyayîşî ra Pêveronayîşê Elewîtîya Dêrsimî û Yarsanîye) bi gotarên xwe;
Mehrdad Anvari jî bi wergêrana ku ji Mustafa Dehqan kirîye (An Ahl-i Haqq
Kurdish Folio on the Music/Müzik Üzerine Bir Ehl-i Hak Kürt Folyosu) di dosyaya
Kurdên Yarsan de tevkarî kirine. Wek xala dawîyê, em dixwazin ragihînin ku
dosyaya jimara bê dê li ser babeta “Kurdên Lor û Goran di Çavkanîyên Serdama
Navîn da” be û edîtorîya vê dosyaya girîng jî dê ji alîyê pisporê hêja Dr.
Ismail Shams ve bê kirin. Bi hêvîya ku em di jimara bê ya Nûbihar Akademîyê da
bi dosyayeke têr û tijî û bi babetên dî yên curbicur li pêşberî we vekoler û
akademîsyenên hêja bin. Abdurrahman Adak Edîtorê Giştî