
Nûbihar Akademi 18
Özet
Jimara 18em a Nûbihar Akademîyê derket!
Kovara Nûbihar Akademîyê bi jimara xwe ya hejdehem (jimara
duyem a sala nehem) li pêşberî vekoler û akademîsyenan e. Nûbihar Akademî di vê
jimarê da digel nivîsarên li ser babetên giştî li ser babeta “Lor û Goran di
Çavkanîyên Serdema Navîn da” dosyayeke taybetî amade kirîye. Serpereştîya
dosyayê ji alîyê Dr. Esmail Shams ve hatîye kirin û temaya dosyayê jî beşek ji
dîroka Kurdan e. Di vê jimarê da bi giştî yazdeh nivîsar hene. Ji van nivîsaran
şeş heb derheqê babeta dosyayê (Lor û Goran di Çavkanîyên Serdema Navîn da) da
ne û pênc heb jî derheqê babetên giştî da ne. Ji nivîsarên dosyayê pênc heb,
gotarên xweser in û yek jî wergêran e. Ji van gotaran sê heb bi Farisî (Ghodrad
Allah Garavand, Lor û Loristan û Pêwendîya wan bi Kurdan re di Sedsalên Navîn
de; Zohreh Mohammadi, Rexneya hin Lêkolînên Zimannasî yên di Nîvê Sedsala Dawîn
de li Ser Zimanê Kurdî bi Taybetî li Ser Goranî/Hewramî; Reza Ghanbari
Abdolmaleki, Xwendin û Nirxandina Belge û Çavkanîyên Dîrokî yên Derbarê
Ebdulmelikîyên Şaxeke Goran da), hebek bi Kurdîya Hewramî (Modares Saeedi,
Goran, Kurd, and Hewramani Relations at the Heart of the Manuscripts) û hebek
jî bi Kurdîya Kurmancî (Shahab Vali, Wateya Peyvên “Kurd” û “Goran” di Metnên
Dînî yên Yarsan de) ye. Di dîroka Nûbihar Akademîyê da û reng e di dîroka
weşangerîya Kurdên Bakur da Kurdîya Hewramî cara yekem di vê jimarê da bûye
zimanê gotarekê. Wergêrana vê jimarê jî derheqê babeta dosyayê da ye û nivîsara
Farisî ya Abolfazl Khatibi ya bi navê “Nêrînek li Ser Hikûmeta Atabegên
Loristanê di Sedsalên Navincî de” ji aliyê Cumhur Ölmez & İbrahim Tarduşî
ve bo Kurdîya Kurmancî hatîye wergêran. Edîtorê dosyayê Dr. Esmail Shams di
pêşekîya xwe da li ser naveroka dosyayê zanyarîyên pêdivî dane û mijara
Kurdbûna Lor û Goranan bi awayekî xweş xulase kirîye. Ji nivîsarên giştî çar
heb gotar, yek jî nirxandina pirtûkê ye. Ji van gotaran yek di qada edebîyata
Kurdî ya gel (Yaşar Kaplan, Di Navbera Çanda Nivîskî û Devkî da Beyta Feqîyê
Teyran), yek di qada tarîx û mîtolojîya Kurdî (Ercan Gümüş, Nirxandinek Li Ser
Mîtolojî û Dîrokê di Mînaka Dehaqê Zordar û Kaweyê Hesinkar da), yek di qada
tesewif û civaka Kurdî (Mohammad Hajitaghi & Behzad Ehmedî, Rola Terîqeta
Neqşebendîye di Geşedana Bizava Barzan da) û yek jî di qada zimanê Kurdî (Omer
Abdulrehman Omer & Kawa Taher Dhaher, Rêyên Dirustkirina Termên Zanistî) da
hatîye nivîsîn. Ji van gotaran du heb bi Kurdîya Kurmancî, yek bi Tirkî û yek
jî bi Farisî ye. Di vê jimarê da ji alîyê Şükran Coşkunê ve li ser pirtûka
Ergin Öpenginî ya bi navê "Rewşa Kurdî ya Sosyolenguîstîk li Tirkîyeyê” bi
Kurdîya Kurmancî nirxandinek hatîye kirin.