Nûbihar Akademî 3

%10İndirim
40,91 TL
45,45 TL
Kategori
Stok Kodu
bijare719
Yazar
Kolektif
Sayfa Sayısı
158
Kitap Adı
Nûbihar Akademî 3
Dili
Kurdî, Îngilizi
Ebat
16.0 x 24.0 cm
Basım Yılı
2015
ISBN
2147-883x
Fiyat
45,45 TL + KDV
Naverok

Jimara sêyem a kovara akademîk a xebatên Kurdî ya navneteweyî Nûbihar Akademî derket. Derbarê rewşa kovarê de edîtorê kovarê Doç. Dr. Abdurrahman Adak dibêje ku; “Cihê kêfxweşiyê ye ku bi saya Nûbihar Akademiyê di nav lêkolînerên Kurdolojiyê de tevgereke akademîk a berbiçav tê çavdêrîkirin. Daxwaza me ji endamên akademiya Kurdî ew e ku bi nivîsîna gotar û lêkolînên xurt ên akademîk piştgiriyê bidin Nûbihar Akademiyê. Guman tuneye ku bihêzbûna Nûbihar Akademiyê bihêzbûna akademiya Kurdî bi xwe ye û di riya tekamula xebatên Kurdolojiyê de qeti’kirina mesafeyeke mezin e.“
Adak herweha dibêje ku “Me di vê jimarê de me nûjeniyek kiriye û bi sernavê “Wergerek”ê beşeke nû a kovarê saz kiriye. Armanca me ew e ku di vê beşê de em gotarên girîng, jibîrbûyî û klasîk ên Kurdolojiyê bi bal Kurdî yan Îngilîzî ve bidin wergerandin û pêşkêşî cîhana Kurdolojiyê bikin.“
Li gor agahiyên ku Adak di pêşgotina jimara sêyem de dane; di vê jimara Nûbihar Akademiyê de di qadên Kurdolojiyê yên ciyawaz de çar gotar, wergerek û dokumentek cih digirin. Ji bilî dokumenta ku bi Îngilîzî ye, hemû nivîsên dîtir bi Kurdiya Kurmancî ne. Ji gotarên Kurmancî yek bi alfabeya Kurdî-erebî, yên dîtir bi alfabeya Kurdî-latînî ne. Ji çar gotaran du heb bi şêweyeke înterdisîplînerî hatine nivîsîn ku yek ji wan di warên edebiyata klasîk û çanda Kurdan, ya dî jî di warên muzîk û tarîxa Kurdan de ye. Ji gotarên dîtir yek jê di warê zimanzanî, ya dî jî di warê folklorê de ye. Werger di warê edebiyata Kurdî ya klasîk, dokument jî di warê baweriyên Kurdan de ye. 
Abdurrahman Adak di gotara xwe de ku sernavê “Şêx Muhyedînê Hênî: Di Edebiyata Kurdî de Nûnerekî Girîng ê Temaya Xwarinê” ye, li ser helbestvanê klasîk ê serdema piştî mîrektiyan Şêx Muhyedînê Hênî, malbata wî ya Xalidî-Neqşebendî ku ji berhemdariya wî re bûye paşxan û menzûmeya wî ya xwarinê ku ji girîngtirîn berhemên qada edebiyata ladînî-beşerî a serdema klasîk tê hesibandin, analîzeke berfireh kiriye. Nurdan Şarman di gotara xwe ya bi sernavê “Analîza Strana Ez Xelef im: Li ser Şopa Dîroka Kurdan ya Sedsala 19mîn” bi arîkariya tarîxa devkî û ya nivîskî ya sedsala XIXem û bi nîşandana varyantên ciyawaz ên strana navdar a bi navê Ez Xelef im a herêma Botan, hin xalên tarî û pêşqebûlên şaş ên bi tarîxa Kurdan a sedsala XIXem û yên bi metnê stranê ve peywendîdar ronî kirine. Bakir O. Ali û Abdulwahab Kh. Mosa di gotara xwe ya hevpar a bi navê “Zimanî Stander, Fonolojî û Rênûs” de li ser rastiya têgehên zimanê standart, fonolojî û rênusa Kurdî rawestiyane, peywendiya navbera wan û kartêkirina wan a li ser hev destnîşan kirine û hewl dane ku ji bo sazkirina yekîtiyekê di navbera têgehên van qadên cuda de hin pêşniyazan bikin. Necat Keskin û Ramazan Pertev di gotara xwe ya hevpar a bi sernavê “Bîbliyografyayek Weşanên bi Îngilîzî li ser Folklora Kurd” de hem ji bo lêkolînerên folklora Kurdî bîbliyografyayeke gotar û pirtûkên li ser folklora Kurdî yên di zimanê Îngilîzî de amade kirine, hem jî bi vê gotara xwe bal kişandine ser girîngiya amadekirin û nûjenkirina bîbliyografyayên hemû qadên Kurdolojiyê.

Di vê beşa “Wergerek”ê de Abdullah İncekan, gotareke Martin Hartmann a li ser edebiyata Kurdî ya klasîk ku di sala 1898an de bi navê “Zur Kurdischen Literatur” (Li ser Edebiyata Kurdî) di kovara Wiener Zeitschrift für die Kunde des Morgenlandes de hatiye weşandin ji Almanî bi bal Kurdî ve wergerandiye. İncekan herweha li pey vê wergerê cih daye wergera nivîsa Harttman a ku di sala 1904an de li Berlînê di destpêka çapa dîwana Melayê Cizîrî de li ser Mela nivîsiye. Bi vî awayî her du nivîsên Hartman ên ku li ser Kurdolojiyê nivîsîne bi hev re hatine pêşkêşkirin. 
Di beşa “Dokumentek”ê ya vê jimarê de Mustefa Dehqan ji mecmmû’eyeke destxet ku di sala 1005/1596an de hatiye îstînsaxkirin û niha li Meşhedê (Îran) li pirtûkxaneya “Astanê Quds”ê tê parastin, şîroveya Êzîdiyan a alimê Kurd ê sedsala XVIem Mela Mihemedê Berqel’î deşîfre kiriye. Berqel’î ev şîroveya xwe li ser fetwaya Êzîdiyan a alimekî dî yê Kurd bi navê Mela Salihê Hekkarî kiriye. 

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Nûbihar Akademî 3 bijare719
Nûbihar Akademî 3

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.