Odeyek Ji Bo Xwe
Kurte
Virginia
Woolf di vê ceribana berfirehkirî de, ya ku ji du axaftinên wê yên sala 1928an
li kolejên xwendekarên jin ên Girton û Newnhamê pêk tê, dibêje jin bêyî pere û
odeyeke ji bo xwe, bêyî serbestiyê nikarin afirînerî û dehaya zihnî li gor dilê
xwe bidin der. Wek palpiştiya vê fikra xwe, karaktereke xeyalî diafirîne, gelo
xwişkeke Shakespeare a xwedî qabiliyet hebûya, serpêhatiya wê ê çi bûya? Woolf,
ji berê heta roja xwe şert û derfetên herdu zayendan û tesîra vê yekê ya li ser
nivîsînê nîşan dide, raberî me dike bê serdestî, şîret û piçûkxistinên mêran
çawa wextekî nivîsîna jinan qutifandiye. Temsîla jinan a di edebiyatê de û
rewşa wan a jiyana rastî berawird dike, ji yên mirî ta yên sax ên serdema xwe,
çav û hişê xwe li berhemên mêran, ên jinan digerîne. Bêyî navê hînkeriyê, bi
rêya romannûsa xeyalî Mary Carmichael, çirayekê pêdixe û jinên dil hene
binivîsin gav bi gav ber bi hunera nivîsînê ve dibe, nivîsîneke ji qehr û keser
û gazin û hêrsa sedan salan şûştî, ya li ser her mijarê û bê texsîr. Wek asteke
kemilî û berz, qala hişê duzayend dike û dema vê barana fikran dibarîne, me jî
li keştiyekê siwar dike û di nav bi dehan nav û rûyan, deng û peyvan de dibe
rêwîtiyekê.