Orok
Kurte
“Niha kesekî din di dewsa
min de wenîko li te temaşe bike, ew ê te-w hemû tiştên heyî wenda bike. Lê go
çavên xwe bigire, ew ê tiştên ez dibihîzim jî bibihîze, tiştên ez nabihîzim jî.
Dengê nava te dibê, bi qesem Zeyno wek wê Helena misebib û şahida şerrê
Trûwayê, dizane qesasê bavê min û te kî ye. Qesasê qesês. Qesas gişk qurban
in.”
Piştî ew cinawirên erjeng
ji esmanê me bar kirin û çûn, me derîyên xwe zirze kirin. Me carek din agir
daneda. Me tenîya Helebê li enîya xwe xist û em rizîyan, ewr rijîyan..
Pîrejinekê Orok di paşila
xwe da veşart. Go: "Belkî ew
cinawir rojekê dîsa vegerin."
Belkî esman bikenin...
Qalikgotin biderizin...
Piştî xwendina vê
romanê...
H. Kovn Baqî, di OROKê de
jî bi zimanê xwe yê taybet xwendevanan ji rabirdûyê ber bi îro û dahatûyê ve
dibe. Di vê romanê de wekî îluzyonîstekî, bêyî xwendevanan aciz bike di bihurên
zemên re, bi newaya zimanekî mîstîk dixe nava bablîsokeke efsûnî û ber bi
rasteqînîya mirovî ve pifî ruhê xwendevanan dike...