Payîzxêr, Li Ser Salnameya Kurmancî Xebateka Folklorîk
Ev xebat, li ser salnameya Kurmancî
hatîye kirin, wextê mirov gava xwe ji şêmûka vê xebatê diavêje hundir, mirov
rastî jîyana Kurdan a şivantî û cotkarîyê tê. Mirov dibîne bê Kurd çawa
xebitîne, çawa li demê miqate bûne; salnameya wan û kar û barê wan û jîyana wan
çawa li hev fesilîye.
Ev xebat, li gorî derdora herêma Mêrdînê hatîye kirin û vê xebatê ji gelek alîyan va pişta xwe daye çavkanîyên berî xwe.
“Wextê dahnûyan, dawet dibe daweta
zarokan. Sîtil, sîtilên dahnûyên kîjan malê dibe bila bibe, zarok wan di nava
hev da, li hev par dikin. Tew lê bi şev be, û sîtil li ser kuçikan be û agir di
binê wan da dadayî be, xew li zarokan namîne. Li dora agirê sîtilan, tu lîstik
namîne ku zarok nalîzin. Serê payîzê ye, dinya hênik e, agir dadayî ye û heval
li dora mirovî ne. Ma ji vêya xweştir…?”