Perîşanname
Özet
Perîşanname, xaseten li
Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bûye mijara gelek lêkolînên edebî û mensûbiyeta
‘tevgera hûrûfiyye’ ya muellifê wê Mela Perîşanê Dînewerî jî tê de, gelek
îddiayên mezin li ser vê berhema balkêş hatine nivîsîn. Pisporên edebiyata
kurdî li ser cureya metnê û nasnameya muellifê wê, fikrên dûrî hev pêşkêş
kiribin jî, heta roja îro nusxeyeka sehîh ji berhemê nehatiye belavkirin.
Li gor tarîxa nivîsîna
berhemê û çavkaniyên berdest, Perîşanname di sedsala 9ê koçî ango di sedsala
14ê mîladî de hatiye nivîsîn û kevntirîn mesnewiya bi zimanê kurdî ye ku heta
niha gihiştîye destên me. Berhem, bi temamî pabendê baweriya ‘Mezheba Şî’a’ ye
û muellifê wê Mela Perîşan, şeyxul îslamekî kurd e. Naveroka Perîşannameyê bi
gelek bûyer û temayên sereke ji tarîxa dînê Îslamê, nemaze li ser îsbatkirina
heqaniyet û welayeta zavayê pêxember, xelîfeyê çarem ‘Elî bin Ebû Talib hatiye
dariştin.
Di gel hejmara zêde ya
nusxeyên berhemê, heta niha bi şerh û şiroveyeke qanehker nusxeyeke kamil
nehatiye çapkirin. Ev xebata li ber destê we, danasîn, şirove û ronkirinek e li
ser hezar beytên Perîşannameyê ku berhemeka yekane ye ji gencîneya veşartî ya
edebiyata kurdî ya klasîk.