Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî
Kurte
Di peydabûn û
xwenûkirina romana Kurdî de, çi qas diçe, deqên ezmûngerayî jî beşdarî vê
qonaxê dibin. Zimanê ku ji col û zincîr û qeydên xwe difilite, bi riya van
romanên nû yên zimanê Kurdî deqxwendinên nû tîne datîne ber xwendevanên ku
beşek jê bi rewşa kedîtiyê dilniya ye, beşek jê jî, ne bi dilekî, lê bi heft
dilan, li hêviya wan nivîskaran e, yên ku zar û zimên li zimên bigerînin. Û bê
guman, ji vê hêla duyem ve, di romana Kurdî de, romannûs û hunermend Şener
Özmen yek ji wan pêşîkêşan e.
Romana Şener Özmen
a duyemîn, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî,
(romana wî ya pêşîn, Rojnivîska Spinoza,
Lîs, Îlon 2008) romaneke wisa ye, ku
hêmanên ezmûngerayîtiyê dihebîne, tixûbşikêniya zimên a di nasnavê de ji xwe re
dike serêşî, bi riya şêweyê peywendiyên lehengên xwe nîşanî me dide, ku nasnava
Kurd – bivê nevê – ne aydî wan navendên nasnavî ne, ku dor lê girtine, lê tevî
dirûvê xwe yê têkşikestinê, bi xwe navendeke nasnavî ye. Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî vê yekê di heman demê de bi ser dixe,
ku ziman û ezmûngerayîtî di demajoya nivîsandinê de li berûberê hev bi rê ve
diçin.
Romana Şener Özmen
a vê carê bi tevgerbariya zimanê xwe ve derdikeve pêş, lehengekî bi navê Sertac
Karan tîne mexderê. Tu guman tê de nîne, ku Şener Özmen romannûsê Kurd ê îro û
sibehê ye.