
Pêsîrên Dayê
Kurte
“Were, berxê min, were...
pêsîr li min pêçûn.” Ev zar û ev hevoka dayê ji bo min tiştekî gelekî xweş bû,
nemaze ev çar peyvên dawîn... min dixwest û min welê bawer dikir ku ew ê hertim
van gotinan bi lêv bike: “pêsîr li min pêçûn.” Dayê ava hênik dikire leganekê,
xwe di ser de xwar dikir, ew hingulên xwe... (dema ku dayê ji bo min pêsîrên
xwe ji paşila xwe derdixist, bavo ew wusa bi nav dikirin: hingul) dayê ew
hingulên xwe di ava hênik de dikir, li erdê cîh dida xwe û ez jî diçûmê. Min
xwe di hemêza dayê de dirêj dikir, min pêsîrek dikire devê xwe û pêsîra din
jî... min pê dilîst. Di demên weha de berê min li asimanê şîn, li firnik û li
pêsîrên wê bû. Ew çilkên dilopên ava zelal li ser pêsîrên dayê dibûn weke
histêrkên nava rojê. Dayê ew dilopên avê ji ser pêsîrên xwe ziwa nedikir, nizanim
çima. Di hemêza wê de dirêjkirî, ji jêr ve min hundurê firnikên dayê didît. Ji
ber royê sor û rohnî dikirin. Di hundurê firnikên dayê de mû tunebû. Ji deverên
laşê dayê, min bêtir ji pêsîrên wê hez dikir. Her pêsîreke dayê bi qasî navê
Xwedê bû, dixwazim bibêjim mezin bû, gir û gilover... û anuha baş dizanim ku di
wan deman de min bi çavekî, bavê min bi çavekî û ez bawer dikim xort û mêran jî
bi çavekî din li wan pêsîrên dayê mêze dikirin.