Pêşmerge
Kurte
Pêşmerge, çîrokeke
dirêj e, diçe dikeve nav wî baxê gulên bêhnxweş ên ku di baxçeyê wêjeya Kurdî
de vedane, an jî destaneke teze ye bi kincê nû yê hunerê ve, awayekî nû yê
romannivîsîya bi çend qehremanên ku mêrxasî û dilêrîya gelê Kurd didin
dîyarkirin.
Romana “Pêşmerge”yê
ya Remîmê Qazî bi qelemeke rewan û awayekî şîrîn hatiye nivîsandin ku nivîskar
tê de rewşa jîyana Kurdên Rojhilatê Kurdistanê daye xuyakirin, rewşa derebeg û
gundîyan, zor û zordarîya mîr û piştevanîya Şoreşa Mehabadê ya ji alîyê hemû eşîr
û çînên Rojhilatê Kurdistanê ve radixe ber çavan û wekî eynikê wê bi xeleka
dîroka Kurdistanê ve girêdide.
Romana “Pêşmerge”yê
cara yekem di sala 1959’an de li bajarê Êrîvanê, di sala 1961’ê de li Bexdadê
bi Kurdî û di sala 1963’yan de li Bakûyê bi Azerî hatiye weşandin. Li Başûrê
Kurditsanê ji alîyê xwendevanên Kurd ve, bi taybetî ji alîyê wêjenas, pisporên
wêjeyê, hunermend û nivîskarên Kurd ve pêşwazîyeke baş lê hatiye kirin û di
gelek rojname û kovarên Kurdî de nivîs li ser hatine weşandin, pesin û rexne li
ser hatine kirin.
Nivîskarê
“Pêşmerge”yê, bi cil û bergekî spehî, wekî nivîskarê îtaetkarê rasteqînîya
Sosyalîzmê, wêneyekî radixe ber çavan; wêneyê jîyana cotkarên Kurdistanê,
pêwendîyên di navbera gundî û derebegên xayîn de, dijminayetîya derebegên noker
bi Kurd û Kurdayetîyê re û hewlên wan ji bo fetisandina komara sava û nazik.