Qalik

%20İndirim
168,00 TL
210,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare536
Yazar
Bawer Ruken
Sayfa Sayısı
222
Kitap Adı
Qalik
Dili
Kurdî
Ebat
13,0 * 19,5 cm
Basım Yılı
2014
ISBN
978-605-52796-6-0
Fiyat
210,00 TL + KDV
*168,00 TL den başlayan taksitlerle!
 Kurte

Gava êşa evînê gihîşte lûtkeya herî dawîn, êdî tu tişt nayê nivîsandin ji bilî şewata dil.”

“Nivîs, tu him demsala bihara dil î him jî payîza tenêtiyê yî.”

Ligel ku awirên wî di pencereyê re li şevreşiyê dinêrin jî; lê mejiyê wî hîn di nava romanê de ye. Bûyerên ku dixwest li gor fikr û hestên xwe bihûne, wî li ber dîwarên bilind bêçare dihêlin. Bûyer, di nava romanê de rêça xwe bi xwe rast dikin. Lêbelê tevî ku di destpêkê de her tişt di bin qontrola Ramenîl de dimeşiya, tevdigeriya û dijiya jî, piştî pênc beşên ku bilez hatin nivîsîn şûn de êdî nivîskar bê vîna xwe li pey leheng û bûyerên romana xwe diçe. Her çendî ew fikra di destpêkê de wî aciz bike jî. Paşê dihêle ku ew ji vê yekê dilrehet bibe. Ji ber ku ew tenê li nivîsandinê difikire. Ew ne li rêzkirineke bi rêk û pêk a bûyeran û ne jî li hûnandina tevneke bi pevgirêdayî difikire. Jiyan romaneke bêwext e ku hemû lehengên wê bêwext tên û dikevin nava bûyeran. Dîsa bêwext derdikevin ji nava romanê. Lewma yek direve û yê din dide pey wê. Ew rewşa her û her berdewam e û wê berdewam bike jî heta ku jiyan hebe. Nivîs, tu him demsala bihara dil î him jî payîza tenêtiyê yî.

Ma ne trajedî ye dayêcan xwendin û nivîsandina te tune ye. Heke ez bixwazim çend hûrikên gotinan li ber te raxînim da ku tu ji navê çendîn nas ên aîdî xwe û min hilbijêrî ma tê karibî? Na dayêcan na ez bi zimanekî wisa dinivîsim ku ne dê ne bav ne jî der û dora te tê digihîjin. Mîna kerr û lalan ez ji xwe re dinivîsim û dîsa ez ji xwe re li çepikan dixim û dilê xwe bi xwe dişewitînim û di heman demê de bi xwe li ber dilê xwe didim. Û carna bi hêrseke fetisokî li ber serê gotinên xwe rûdinim yek bi yek, yek bi yek, yek bi yek mîna gulên biharê ter û teze bêyî ku dilê min bi wan bişewite dikujim. Ma ne trajedî ye dayêcan li vî bajarê Rihayê her kes di kirasekî dîtir de ku qet û qet naşibe kirasê malê de dijî. Kirasekî ku tu carî li ser rastiyê rûnane û bêguman wê tu carî jî nikaribe li ser rûne.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Qalik bijare536
Qalik

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.