Qesra Balindeyên Xemgîn

%20İndirim
280,00 TL
350,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare447
Yazar
Bextiyar Elî
Sayfa Sayısı
416
Kitap Adı
Qesra Balindeyên Xemgîn
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13 x 19,5 cm
Basım Yılı
2014
ISBN
978-605-55859-2-1
Çevirmen
Ji Sorani: Besam Mistefa
Fiyat
350,00 TL + KDV
*280,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte

Soranice'den Kürtçe'ye Çeviren: Besam Mistefa

Sewsen Fîkret, keçeke ciwan, bêyî ku çûbe derekê wir dizane, dinyayê ji kitêban dinase. Hemû jiyana xwe li kitêbxaneya bavê xwe derbas dike.

Mensûr Esrîn, xwendekarekî gênc ê zanko, xortekî romantîk…

Kameranê Selma, kêrkêşekî jîr, xortekî çavsor…

Xalid Amûn, ji eşîrek mezin, tolazekî dewlemend…

Mensûr, Kameran û Xalid, her sê jî aşiqê Sewsen in. Lê ji bo zewacê ji her sêyan re jî şertekî wê heye: gerek e biçin, 8 salan li dinyayê bigerin, teyr û balindeyên ku kêm tên dîtin bibînin û bînin. Ewê dawî qerara xwe bide, ji her sêyan yekî hilbijêre û pê re bizewice.

Her sê aşiq jî soza xwe tînin cih, her yek bi sedan balindeyên rengîn û nenas re vedigere. Sewsen Fîkret, hemû balindeyan li malekê kom dike, navê mala wê dibe; Qesra Balindeyên Şîn.

Lê ne ew kesên berî 8 salan e, ne şar eynî şar e… êdî sal di ser Enfalê re çûne, tu hebûna be’siyan li welêt nemaye, hêdî hêdî dengê şerê navxwo tê. Bi şerê “birakujiyê” re rengê qesrê diguhere, dibe; “Qesra Balindeyên Xemgîn”.


Ji Kitêbê

Şertên zewacê yên Sewsen Fîkret
Çend mêr dikarin vê sondê bixwin?

Her sê aşiq; Mensûr Esrîn, Kameranê Selma û Xalid Amûn piştî heşt salên gera dinyayê vegeriyane. Qerar e Sewsen Fîkret bi yekî ji wan re bizewice. Sewsen qerara xwe dide lê şertê wê hene:
Şertê yekem:

“Ji min re sond bixwe ku çi li vî welatî bû û bibe, tu naçî şer û tivingê hilnadî û şer nakî.” “Ez ji te re sond dixwim ku naçim tu şerî û tu çekî ranakim, heta bimrim... heta bimrim.”

Lê şertên jê zehmettir jî hene:

“Ji min re sond bixwe tu qet porê xwe dohn nakî û bêhnê li serê xwe nadî, qet kravata sor li stûyê xwe nakî, qet çakêtê xetxetî li xwe nakî, ger min xwarinek dirust kir xirab bû aciz nebî, ger min nikarîbû şevekê bi te re razim aciz nebî, ger min kitêbek kirî tu qet nefiroşî.” … bi ken got, “Ez ji te re sond dixwim... ji te re sond dixwim.”
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Qesra Balindeyên Xemgîn bijare447
Qesra Balindeyên Xemgîn

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.