Qevdek Gotinên Pêşiyan
Özet
Gotinên pêşiyan an gotinên bavûkalan
û an jî gotinên mezi-nan celebeke vegotinê ne ku bi gelemperî li pişt hin ji
wan dîrokek û çîrokeke hînker heye. Gelek ji van çîrokan ha-tine jibîrkirin,
paşxaneya hin gotinên pêşiyan ji bo hin ke-san ne diyar e, lê di axaftina me ya
rojane da tê bikaranîn.
Mirov di axaftinên xwe de ji bo wê
ku armanca gotinên xwe baştir bide femkirin, ji gotinên pêşiyan mifayê
werdigi-rin. Bé guman avahiya çanda nivîsarî û gotariya her gel û ne-teweyekê
di bin bandora gelek hêmanên ku di dîrokê de hati-ne nasîn, têne xûyakirin.
Di dema xwe de bikaranîna gotinên
pêşiyan ne tenê axaf-tina me ya devkî, lê her weha berhemên edebî jî
dixemiline. Em dikarin bêjin ku gotinên pêşiyan yek ji xemlên wêjeyî tên
hesibandin.
Hezînê Badikî