Quling Ewr û Ba
Kurte
Mem Ararat bi muzîka xwe rêya xwe bi şikeftên veşartî
yên rihê me xistibû û bi dengê wî yê xembar em hinekî din jî li xwe mikur
hatibûn.
Ararat îjar bi ristên xwe, di nava du qadên hunerê de
(ku hemû cureyên hunerê hinekî hevdu xwedî dikin û hinek jî ji hev dixun)
pirek e resen dihone. Ji çemê rihê xwe yê dengzelal cihokên nû vedike. Bi
ristên xwe yên mişt xem, mişt xewn, mişt kurmanc û mişt em, tenik tenik
diherike nava behra edebiyatê û kulm bi kulm av dide.
Gulîzer
Dengê helbestên Mem Ararat dengekî hestiyar, xwezan,
bîrmend û xwedî karekter e. Ev deng xwedî daxwaz, rexne, xeyal û muxalîf e.
Temayên dosyayê ku ji evîn, nasname, azadî, welat, penaberî, xeyal, bêrîkirin,
sînor ûhw pêk tên bi çavdêriyeke berfireh a vî karekterî, bi peyvên zelal, jidil
û bi dilovanî hatine vegotin.
Helbestvan bi motîvên di helbestê de neynikê dide ser
birînên civakê. Şewqê dide ser çand û tore û jiyana xelkê ku kesek zû bi zû
nabîne û bi wan nagihê bi metafor û hêmayên orîjînal yên erdnigariya me ya
qedîm tîne ziman. Bê gazin, bê ku bike hawar û fîgan derdê dilê xwe bi aramî,
bi têgihiştina rûspiyekî vedibêje.
Fatma Savci