Raperîna Baba Îshaq
Özet
Ev berhem, romana Baba
Îshaqê Semsatî ye.
Ev roman dê dîwarên li
dora rastiya Baba Îshaq hatî hûnandin hilweşîne, bi balkêşiya çîroka xwe wê der
barê kesayetiya Baba Îshaq de tevahiya ezberên heta roja îro di serê kurd û
tirkan de hatî veçinîn xira bike.
Romana ku bi zimanekî
zelal û kurmanciyeke kubar hatiye vegotin, hem bi çîroka xwe, hem bi vegotina
xwe deriyekî nû li ber edebiyata kurdî vedike. Xwînerên xwe radike, dibe li
labîrentên sedsala sêzdehan a nepen digerîne.
Raperîna ku di sala
1240’î de li gundê Kefersûtê destpêkirî, Siltanê Selçûkiyan Xiyasedîn Keyxusrew
gelekî ditirsîne. Cih li wî teng dike, direve diçe xwe di qesra xwe de
vedişêre.
Baba Îshaq, weke hin
kesên nijadperest gotî ne derwêşekî tirkmen, kurdekî ji bajarê Semsatê ye, di
eslê xwe de ew ji binemala Keyên Komagenê ye. Baba Îshaq perwerdeyeke gelekî
baş dîtîbû û ew heyranekî Baba Tahîrê Hemedanî bû.
Dema ku wî dergahê xwe ji
gundê Kefersûta ku bi bajarê Semsatê ve girêdayî ava kir, ew der di destê
binemala Eyûbiyan de bû, kurê Siltan Selehedîn Eyûbî, Melik Evdal hakimê bajarê
Semsatê bû. Gava ku desthilatdariya Semsat û derdorên wê guherî, ji destê
Eyûbiyan kete destê Selçûkiyan zilm û zora li herêmê pir bû. Baba Îshaq jî li
ser vê yekê kurdên herêmê rakirin ser piyan û raperîneke bi xwîn da
destpêkirin.
Herçiqas ku Baba Îshaq,
malbata wî û peyrewên wî, tevî gelek bawermendên ji Riyaheq hatin kuştin jî,
divê bê zanîn ku Baba Îshaq û hevrêyên wî navê xwe li asîmanê dîroka mirovatiyê
bi tîpên zêrîn dane nivisîn.
Hûnê di vê romana dîrokî
de bi tama romanê gelek agahiyên pir hêja der barê Baba Îshaq de bibînin