Rexne û Rexnegirî
Kurte
Rexneyên
Xweser
Rexnegir barê zanînê û
teoriya zanînê, barê heqîqetê, rastiyê, objektîfbûn û sûbjektîfbûnê hildigire
ser milê xwe û vediguheze hîmekî qerase yê teoriya şîrovekirin û zanînê.
Rexnegir xwediyê otonomekê ye. Bi vê xweseriyê nivîskar Çorê Arda bi zimaneke
rexneyî pirtûk girtine dest û nirxandine ku ew vê xebata xwe didomîne jî. Arda
bi vê xebata xwe dilopek din a rexneyî xistiye nava qada pirtûkên rexneyî yên
kurdî ku di vî warî de valahiyeke mezin heye.
Çorê Arda ku ev demek
dirêj e nivîsên xwe yên nirxandinî yên li ser gelek pirtûkên cur bi cur di
Diyarnameyê di diweşîne, ji wan nivîsan ev pirtûka rexneyî amade kir û da ber
xwendevanên eleqedarên mijarê.
Di pirtûkê de bi dehan
gotarên ku wî serê xwe pê êşandibûn, nirxandibûn û dabûn ber bala xwendevanan,
vê carê wekî pirtûk dixe nav arşîva kurdî û dide ber eleqedarên ku niha û dema
bê dê li ser bixebitin.
Nivîskarên
Pirtûkên Wan Hatine Nirxandin
Di pirtûkê de pirtûkên
nivîskarên wekî Asya Xerzan, Alî Duran Topuz, Bahoz Baran, Bajar Mîrzeman, Berken Bereh, Berfo Barî, Bextiyar Elî,
Ciwanmerd Kulek, Cîhan Roj, Çîya Mazî,
Dilawer Zeraq, Elîxan loran, Emerîkê
Sidîqayê, Fatma Savci, Fırat Cewerî, Fewzî Bîlge, Gulîzar, Helîm Yûsiv, Hesenê Metê, Hesen Kizilcî,
Hişyar Aydin, H. Kovan Baqî, Îrfan Amîda, Îlhamî sîdar,Îsmaîl Dîndar, Jan
Dost. Janez Sar, Kîbar Krîstîn Ozbey,
Lokman Polat, M. Zahîr Kayan, Meral Varişli, Mirad Bayram, Mervan
Serhildan, Mihemed Mukrî, Mihemed
Ronahî, Nûdem Hezex, Omer Dilsoz, Receb
Dildar, Rêdûr Dîjle, Rênas Jiyan, Rizgar
Elegez, Sadiq Ûskan, Selîm Temo, Sîdar
Jîr, Şener Ozmen, Şêrzad Hesen, Şêxo Filîk, Tahir Taninha, Tosinê
Reşîd, Yaqob Tilermenî, Yeqîn H., Yildiz
Çakar, Welat Dilken hatine nirxandin û kirine mala qada rexneya kurdî.
Çorê
Arda Kî Ye?
Çorê Arda di sala 1979'an
de li Herêma Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û
navîn û l îse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê
qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî
di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor de derketine. Arda ji
destpêka 2019'an di Diyarnameyê de qunciknivîkarî dike. Ew di quncikê xwe yê bi
navê "Bêwate" de nivîsên xwe yên nirxandinî pêşkêşî xwendevanan dike.