Rexneya Edebîyata Kurdî û Meseleya Nûkirina Şîyîrê
Özet
Rexneya edebiyata kurdî
ku destpêka wê ya rastîn bi destpêkirina hereketê nûkirina şîyîra kurdî di
destpêka sedsala 20 an de dest pê kirîye, ew dewlemendîya girîng heta van
dawîyan jî li gor pêwistîyê awir lê nehatîye dayîn û lê nehatîye lêkolîn. Belkî
di dirêjahîya vî midetî de ku nîv sedsal zêdetir e dom dike, wekî materyaleke
xav bi awayekî perş û belav û feramoşkirî maye.
Ew nivîsên kêm yên li ser
hatine weşandin, yanî lêkolîna wê materyala ku temamê dewlemendîya rexneya
edebiyata kurdî pêk tîne, çend hewlên dest- pêkî ne û tenê milekî biçûk yê wê
babeta fireh girtîye nav xwe. Ji bo wê, ne di warê cûreyê wan babetên nave-
roka wan nivîsên kêm pêk hatîye de û ne di warê awayê behskirin û lêkolînan de
ku her ji bingeh ve tiştekî sade û serpê ne û ji çend balkêşîyeke giştî û bilez
derbas nebûne. Nekarîne bi awayekî têr û tijî û li ser rêbazeke zanistî wan
materyalan bikolin, binirxînin û qîmeta wan ya taybetî di nav edebiyata kurdî
de bidin diyar kirin. Bi vê mehneyê wan nivîsên kêm nekarîne rewşa rasteqînî ya
rexneya edebiyata kurdî diyar bikin.