
Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî
Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî Tûḧfetu’l-Xîlän Fī Zimanê Kurdan
AGAHÎ
Berhema
Mela Mehmûdê Bazîdîyî ya giranbiha, Rîsaleyî Tûḧfetu’l-Xîlän Fī Zimanê
Kurdan (Pirtûkçeya Dîyarîya Dostan di Zimanê Kurdan da), ku ji bo
hînkirina kurdîya kurmancî hatîye amadekirin û ji beşên rêziman,
ferhengok û dîyalogan pêk dihê, yek ji giringtirîn berheman e ku di
koleksîyona A. Jabayî da cih girtîye. Di vê pirtûkê da hem nirxandina
berhema Bazîdîyî hem metina orîjînal û hem jî metinên latînîzekirî û
sadekirî hene. Karê nirxandin, latînîzekirin û sadekirina vê berhemê ji
hêla akademîsyen Mîkaîl Bilbil û Mustafa Oztirkî ve hatine kirin.
Ji
koleksîyona dîrokî ya Aleksandre Jabayî, Rêzimana Kurdî ya Mela Mehmûdê
Bazîdîyî Nirxandin, Metîn (latînîzekirî, sadekirî), Faksîmîle