Riyadus Salihîn - Baxê Qencan
Puxteya Pirtûkê
Riyad’us-Salihîn di warê hedîsê de yek ji
çavkaniyên herî girîng e.
Hin alim yan hin kitêb hene ku bes ji hêla hevmezheb
û hevmeşrebên xwe hatine qebûlkirin û hezkirin; hinek jî hene ku tam bi eksê vê
ne; yanî ji hêla hemî mezheb û meşreban ve hatine qebûlkirin û hezkirin. Îmamê
Newewî û kitêba wî ya Riyad’us-Salihînê jî yek ji wan alim û kitêban e.
Îmamê Newewî yê ku muctehid, muheddis, feqîh û
zahid e, her çend ku ji hêla mezhebî ve muctehidekî Şafi‘î ye jî, lê îro kitêba
wî ya Riyad’us-Salihîn wek çavkaniyekê di kitûbxaneya her misulmanî de cih
digire.
Ev çavkaniya han a ku ji hêla bawerî, exlaqî û emelî
ve muhîm, yekem car bi alfabeya Latînî ji hêla Mela Salihê Dihî ve wergera wê
hatiye kirin. Di vê xebatê de digel wergera wê ya Kurmancî metnê wê yê Erebî jî
cih girtiye.
Ev xebat, çapa wê ya yekem di sala 2010an de ji
Nûbiharê weşiyabû. Nûbiharê careke din, bi baldarî li ber çavan derbas kir û
çap kir.