Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî - 1
%20İndirim
152,00 TL
190,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare52
Yazar
Necat Keskin
Sayfa Sayısı
136
Kitap Adı
vRoja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî, Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13,0 19.5 cm
Basım Yılı
2019
ISBN
978-605-22462-6-9
Fiyat
190,00 TL + KDV
*152,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte
Avesta, hemû tekstên edebiyata kurdî ya gelêrî ku
di kovara “Roja Nû” de çap bûne berhev dike û di sê cildan de diweşîne. Kitêba
yekem “Çîrok û serpêhatî” ne. Berhem ji aliyê Necat Keskin ve hatine
amadekirin.
Roja Nû di 1ê Gulana 1943yan de li Bêrûdê wek rojnameyeke hefteyî dest bi
weşana xwe dike. Xwedî û gerînendeyê rojnameyê Kamiran Alî Bedirxan e ku wê
demê di Hawar û Ronahîyê de jî dinivîse.
Roja Nû, ligel ku rojnameyeke hefteyî ye û bêhtir bi naveroka xwe ya nûçeyan
derketiye pêş û herweha jî tenê 4 rûpel in ku nîvî jê fransî ye, ji aliyê
edebiyata gelêrî ya kurdî ve jî gelekî dewlemend e. Çîrok, stranên gelêrî, şer,
dûrik, qewl û ayîn, mamik, gotinên pêşiyan ew cureyên edebiyata gelêrî ya kurdî
ne ku Roja Nû girîngî bi wan daye û cih daye wan di nav rûpelên xwe de. Hê di
hejmara pêşî, di rûpelê serî de Roja Nû bi dûrikên li ber tembûrê dest pê dike.
Ev têgihiştin, raman û fikra Kamiran Bedirxan a derbarê edebiyata gelêrî nîşan
dide. Ew jî wek rewşenbîrên ewropî "rihê gel"ê xwe di vê edebiyatê de
dibîne û loma jî girîngiyê dide wan.
Gava mirov li Roja Nû dinêre vê girîngiyê bi awayekî zelal dibîne û herweha
rastî xezîneyeke edebiyata gelêrî a kurdî tê. Di nav vê xezîneyê de 24 çîrokên
kurdî, 95 stranên kurdî, 16 qewl û ayîn, 61 dûrik, 2 şer, lorîyek û çend mamik
û gotinên pêşiyan cih digirin. Hemû mînak jî me di sê cîldan de tomar kirin. Ev
cîlda pêşî ya berdest ji çîrok û serpêhatiyan pêk tê. Ya duyem dê bibe strana kurdî
û di ya sêyem de jî dê mînakên din ên wek dûrik-qewl-lorî cih bigirin.
Me xwest em axa li ser vê xezîneyê rabikin û bi awayekî komkirî bînin pêşî
xwendevan û kesên bi edebiyata gelêrî ya kurdî re eleqedar
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!