Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî - 2
Kurte
Helbesta gelêrî beşeke
sereke ji edebiyata gelêrî ye. Mirovan bi hezaran salan êş û kulên xwe, kêf û
şahiyên xwe, mît û destanên xwe, bi gotineke din çanda ku tê de dijîn bi
awayekî helbestkî bo nifşên nû veguhastine. Ritim, serwa, melodî taybetmendiyên
girîng ên helbesta gelêrî ne ku
veguhastina bo nifşên nû hêsan dikin û
mayîndebûnê bi xwe re tînin.
Xebatên derbarê
helbest/stranên gelêrî di sedsala 17-18mîn de li Ewropayê dest pê dikin û
nirxandinên girîng li ser wan tên kirin. Li gorî Herder, ev helbest/stranên
gelêrî wê çandê nîşan didin ku di nav de hatine afirandin; herwiha ew, di
navbera duh û îro de de pirek in û bi vî awayî dikarin bibin bingeha edebiyata
neteweyî jî. Hestên neteweperweriya romantîk jî di nav van nirxandinan de
derdikevin pêşberî me.
Stran û cureyên din ên
edebiyata gelêrî yên di nav rûpelên Roja Nû, Hawar, Ronahî û Stêrê de, heman
helwesta Celadet û Kamiran Bedirxan didin nişandan ku xwestine wî ruhê
neteweperweriyê xurt bikin. Lewra ew jî di wê baweriyê de bûn ku edebiyateke neteweyî
bi edebiyata gelêrî pêkan e. Di wan stran û çîrokan de zimanê dê û bavan, ruhê
bav û kalan û kurdiya xwerû hebû. Ji bo wan jî ew mînakên edebiyata gelêrî
pirek bûn di navbera wan û yên berî wan de.
Ev helbest/stranên gelêrî
yên berdest jî di navbera duh û îro de roleke weha digirin ser xwe. Xebat,
dewama Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî-1ê ye. Di cilda pêşî de çîrok û
serpêhatî hebûn, di vê xebatê de mînakên helbesta gelêrî ya kurdî yên wek
strana kurdî, şer û stranwarî cih digirin ku di nav rûpelên Roja Nû de hatine
weşandin.