Rojnamegerî û Kovargerîya Kurd (1898 -1932)
Kurte
Çapemenî û medya, berhem û
wesîteyê dema modern ango dema netewedewlet in. Medya kurd jî, bi tevî
pêşketina fikra neteweyî ya kurd dest pê kirîye. Dema em dibêjin medya, bêguman
qesta me tenê kovar û rojnameyên wê demê ne; çimkî wê demê radyo û televîzyonên
kurdan tune bûn.
Dewra destpêka medya kurd, rastê
salên dawî yên dema Împeretorîya Osmanî tê. Dewra piştî împeratorîyê yan jî
dewra netewe-dewletê jî berdewamîya vê pêvajoyê ye. Rojnamegerîya kurd, li
dervayê welat û ji dûrê civak û coxrafya Kurdistanê dest bi weşanê kirîye. Bi
vî alîyê xwe ve destpêka rojnamegerîya kurd, rojnamegerîya dervayê welat û
sirgûnê ye. Lewra rojnameya Kurdistanê (1898) ku wek yekemîn rojnameya kurd
tête qebûlkirin, li dûrê bajarên Kurdistanê, li bajarê Qahîreya Misrê dest bi
weşanê kirîye. Ji çapkirina rojnameya
Kurdistanê (1898) heta destpêka weşana Hawarê (1932), pirranîya rojname û
kovarên wê demê yên kurdan, bi girêdayî cemîyet-rêxistinên kulturî û sîyasî yên
kurdan hatine çapkirin û belavkirin.
Dema em bala xwe bidin xebat û
bandora van sîh û pênc salên medya kurd an jî rojnamegerîya kurd, dîyar dibe ku
para medyayê, di hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî û komelîya ya kurdan
de gelek girîng e. Herweha xebatên kulturî û bi taybetî jî ziman û edebîyata
modern a kurd, bi pêşketina faalîyetên medyayê, berhemên nû dane û gihiştîye
kutleyek hîn mezin…