Salname
Kurte
Sêyemîn
dîwana helbestkar, wergêr û edîtor Kawa Nemir a bi navê Salname di nava weanên Weanxaneya
Lîsê de derçû!
Kawa Nemirê ku bi helbestkariya xwe ve, bi karên xwe yên
wergerê yên berfireh ve û bi edîtoriya xwe ve yek ji kedkarên qonaxa pêkhatina
Nifê Rewenê yê salên ‘90’î ye, dîwana wî ya pêîn a bi navê Selpakfiro, bihara sala
2003’yan, ji aliyê Weanên Jiyana Rewenê ve li Stenbolê, dîwana wî ya duduyan a bi navê Bîenga Deta Dûr,
bihara sala 2006’an ji aliyê Weanxaneya Lîsê ve li Amedê hatiye çapkirin, dîwana wî ya
sisiyan û nû ya bi navê Salname di nava weanên Weanxaneya Lîsê de, li Amedê weiya.
Wekî her du pirtûkên din ên helbestkarê me, helbesteke dirêj a
bi navê Salname ji vê pirtûka sêyemîn re bûye nav. Salname helbestek e, ku ji
danzdeh paran pêk tê û bi êweyê xwe yê pexanî ve vê qonaxa nifê me yê Bakur li ber roniya kêliyên evîneke mirî dixwîne, dibe
ku ji ber wê yekê be nivîsandina wê zehmet bûye, ji teeyê xwe yê pêîn ê ku
di sala 1997’î de di kovarekê de hatiye çapkirin gelekî hatiye guhestin û di
gelek qonaxan re derbas bûye, pitî salên dirêj kuta bûye.
Kawa Nemir li gel helbestine wiha dirêj, a rast ew
helbestkarekî Kurd e, ku helbestên kurt dinivîse, pê hewl dide kêliyên ku bi
lemelema rûbarekî dikiin, bûyer û qewamên ku li kar in deriyên xwe bi ser det û
bajarên bêna de vekin, zeft bikin. Helbesta wî bi vî awayî ji du milan ve dikie û tevî
besterûbara firawan a helbesta Kurdî dibe. Salname jî, wekî pareke vê kulliyata
ku pariyekî hatiye nivîsandin û hê jî tê nivîsandin, bi vî rengî digihîje
xwendevan û hezkirên helbesta Kurdî.