Şebçirax Romana Melayê Cizîrî
Özet
“Melayê Cizîrî
edebiyatnasekî Kurd ê sedsala XVIan e. Şairê qesra mîr û hukumdarê hukumeta
Cizîra Botanê, nûnerê dewra muqtedîr û serdestiyê ye di dîroka edebiyata Kurdî
de. Ew şairê qesr û dîwanê ye. Di helbesta wî ya lîrîk û coşîş de hêmanên ruh
ên wek îhtîşam, hessasiyet, xwebawerî, ciwanî û baldarî derdikevin pêş. Lewma
Mela banê estetîka helbesta Kurdî temsîl dike.
Şebçirax romaneke
biyografik e û bi çîroksaziyeke pisporane xwînerê xwe derdixe rêwîtiyeke
rewnaq. Di kuçe û kolanên bajarê xewn û xeyalan, Cizîra Botana qedîm de dide
gerandin. Li warê Dîcle û Firat, li welatê mîr û medreseyan, li Kurdistana
dewrana zêrîn dike mêvan. Her wisa xwîner dike rêhevalê naveroka riste û beytên
Mela, hevaldersê tehsîla wî û hemderdê işqa wî ya dilêş û dilgeş.
Romana Şebçirax ji hêla
vehunandinê ve jî tiştne nû dibêje. Her wisa ji aliyê ziman, bêjar û
çîroksaziyê ve jî xwedî îddiayeke alternatif û avakar e di romana Kurdî de.
Hasil ŞEBÇIRAX bi şewq û şemala xwe ronahiyekê direşîne li ser tarîtiyên dem û
serdeman.”