Sedsalek Xebat Di Rêya Zimanê Kurdî De Teorî-Sîyaset-îdelojî
Özet
Bûyerên sala 1918 û 1991an bê payîn dêmenê zimanê kurdî guherîn, parvekirin û ji hev qutkirina di navbera desthilata siyasî û ziman de pêk anî, û hem zelalî ji bo zimanê me pêk anî û hem firsetên jê birî, û rewşenbîr û têkoşerên siyasî yên kurd kir saheya xebateke aloz û giran ya di warê ziman de.
Piştî 1918an, zimanê kurdî tûşî siyaseta zimanê cûr bi cûr bû, ji zimankujjya (linguicide) Tirkîyê û Îranê bigre heta geşepêdana bi Yekîtîya Sovyetê re ji salên 20an heta 1937an, di navbera wan herdu siyasetan de, li Iraqê dewleta întîdabê û piştî întîdabê zimanê kurdî dihelandin, rê nedidan geş bike û fireh bibe. Farisî, tirkî û erebî bûn zimanê resmî û dewletê kirin wasiteya dariştina netewe-dewleta Tirk, Îran, Iraq û Sûrîyê û helandina gelê kurd. Li milê din Sovyetê, dewleta îdeolojîk, siyaset û bernameya xwe ji bo zimanan hebû, û ji ber wê tebeqeke rewşenbîrî ya kurd pêk nehatibû, firehbûn bi zimanê kurdî dibû rê veke ji bo perwerdekirina zimannasîyê, mamoste, nivîskar, rojnamenivîsî û rewşenbîrên din, li Iraqê, ku tebeqeya rewşenbîrî awayê nû belavbûyî yê kurd pê hilgirtibû, bernameya dewletê ew bû kurdî di perawêzê de bimîne, û qîmeta kulturî, aborî, siyasî û zanistî peyda neke ji bo wê wekî paşmaleya zimanê erebî bimîne.