Şekirê Di Berîka Bavê Min De
Kurte
Di romana Şekirê di berîka bavê
min de Dîlan Şewqî bîr û baweriyên mîstîk yên di hiş û bîra civatê de cî
girtine û hîn jî zindî ne, bi çîroka dilsotîner a jin û dayîkeke kurd (Xanê) ku
pêwendiya xwe ya bi salan ya bi pîrhevokekê re daniye, ji zilamê xwe yî ku di
navbera Binxet û Serxetê de (bi gotineke mayîn di navbera efsane û rasteqîniya
heyî de) karê qaçaxiyê dike (Şemso) veşartiye, bi awayekî hunerwerane û bi
wêrekî vedihûne. Di vê vehûnanê de “hebûna jinê” û “kirasê ku lê hatiye kirin”
(ev nîgaş di tekane diyariya Şemso de derdikeve mexderê, ku ji bo fantaziya xwe
ji jina xwe Xanê re anîye) ya ku xwe spartiye dab û nerîtên civakê yên fena
deziyê çil girêkî, di nava tewekên hezar salane re tên û xwe li keviyên zemanê
me yê ku ji zemanê hemû gelan ciyawaztir e, didin. Jin, gelekî bi hêsanî tên
berdanê (keçikan tînin û dûndeyê xwe didin destê wan) û mêrên ku di berîkên xwe
de bi sê kevirên telaqê digerin, ji bo ku ben ji destê wan nefilite, vedigerin
û bi dayîkên xwe dişêwirin. Heman mêr e, yê ku van gotinan dike; “Ez qurbana vî
laşê sipehî bim.”, yan; “Dayê jinka min a delal bûye destbiraka pîrhebokekê!”, yan, “Ew berê bû Xanê, firaxa cam ko bişkê
lihêm nabe.”, Dîlan Şewqî, berê me xwîneran dide nava efsaneyan, bi him hima
pîrhevokên ku kurmancî dipeyivin re, em li dû nasnameya xwe dikevin.
Şener Ozmen