Selahedînê Eyûbî û Kurê Mîrê Amediyê
Özet
Ev malbata ku ji welatê
xwe, ji ber zilm û zorê bazdan, lêbelê li welatekî din ji gelê xwe re bûne hêvî
û sitar û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin; tevî gelek zehmetiyan
jiyana xwe di ber alema Îslamê de derbas kirin. Ji kesekî re çiqas cihê şanazî
û rûmetê ye ku dost û neyarên wî kesî, tev li ser wî û dadmendiya wî yek deng
bin. Hetanî roja îro, hem dostê Selahedîn hem neyarên Selahedîn li ser
Selahedîn bi dehan belkî bi sedan pirtûk û film çêkirine. Belê kesek zêde li
ser jiyana wî ya şexsî nesekiniye, ew jî bavek bû, malbateke wî hebû, xanima
Şemsê di jiyana wî de cihekî zêrîn girtibû. Selahedîn bi destnivîsa xwe dibêje,
ez Kurdekî Rewadî me, em di mala xwe de bi Kurdî diaxifîn, min, bav û apê xwe
li karê leşkeriyê bi Tirkî perwerde didît; min li mizgeftê bi zimanê Erebî
dixwend.