Serdema Bêbext
Özet
“Hersê pismaman pişta xwe
bi wî awayî dan wan camêran û berê xwe dan ber bi hêla taxa xwe de. Hiso wê
çaxê got:
- Pismamê Xelo, min
nexwest ez pêş wan camêran li dijî gotina te bêjim û ez niha jî nabêjim, lê
welehî divê ez bêjim ku mirovên baş û medenî, piran û dibistanan nateqînin,
rêyan xerab nakin, bankê û trafoyên elektrîkê naşewitînin. Lê xuyaye ku nifşekî
nezan û ne medenî darê qedera welatê me girtine destê xwe û bi qeder û pêşeroja
welatê me û miletê me dilîzn. Ya jî belkî j bo werankirina welatê me, wilo ji
wan re tê gotin. Xelo got:
- Teqez wek te ye pismam,
baweriya min jî wilo ye, lê ma ka em karin çi bikin. Qedera me li ber çavên me
ketiye ser rêya xerabûnê û em nikarin biguherin. Rastî, wek ku mn got tiştekî
pîroz li vir nema ye, hemû tiştên ku ji bo civatê hene, hedef û nîşangehên şer
û pevçûnên xwedîgiravî ji bo welêt in. Em û jiyana me jî hedef û nîşangeh in.”