Şerefname Tewarîxê Qedîmê Kurdistan
Kurte
Şerefname jêdereke esasî
ya dîroka Kurdan e; ji aliyê dîrokzan û hikumdarê Mîrektiya Bidlîsê Şeref Xanê
Bidlîsî ve di sala 1597an de bi zimanê Farisî hatiye nivîsîn.
François Bernard Charmoy
-ku wergêrê Şerefnameyê yê bal Fransî ye- derbarê girîngiya wê de wiha dibêje:
“Rêbaza dîrokzaniya Şerefuddîn, ji uslûba bi şetafet a dîrokzanên Rojhilatî dûr
e, sade ye û herikbariyeke mezin di xwe de dihewîne. Meriv di rîwayetên tê de
neqilbûyî de, rastî pir kêm nakokiyan tê.” Herwiha Kurdologê navdar Bazil
Nikitîn jî Şerefnameyê wek baştirîn çavkaniya dîroka Kurdistanê ya sedsala 16an
dide naskirin.
Vêca ev berhema ku ji bo
dîroka Kurd û Kurdistanê pir biqîmet e, cara pêşî di sala 1858an de ji aliyê
Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1867) ve bi navê “Tewarîxê Qedîmê Kurdistan” ji eslê
wê yê Farisî bal Kurdiya Kurmancî ve hatiye tercumekirin. Tewarîxê Qedîmê
Kurdistan di dîroka pexşan û wergera Kurdî de jî girîngiyeke xwe ya taybet
heye. Herçend ku berî wê bi Kurmancî du-sê berhemên biçûk ên pexşanî hebin jî,
tu guman tuneye ku ev berhem hem ji aliyê qedîmtiya xwe hem ji aliyê qewareya
xwe hem jî ji aliyê mijara xwe ve di nav pexşana Kurdî de cihekî wê yê pir
ciyawaz û mustesna heye. Ji aliyekî din ve Tewarîxê Qedîmê Kurdistan hemû
taybetmendiyên Kurmanciya sedsala 18 û 19an (bi taybetî devera Serhedê) di xwe
de dihewîne. Ji vî aliyî ve berhem ji bo dîroka zimanê Kurdî jî pir biqîmet e.
Mela Mehmûdê Bazîdî di
warê ziman, zargotin, dîrok û edebiyatê de, gelek berhem telîf û tercume û
îstinsax kirine. Ji ber ku hemî xebatên wî pexşan in; lewma wek bavê pexşana
Kurdî tê hesibandin.