Şerên Sasûnê
Kurte
Têkoşer û sîyasetmedarê Kurd Osman Sebrî di vê berhema girîng de behsa
Serîhildana Çîyayê Sasûnê dike û hemû hûrgilî û kitekitên şerên “Qewmê Çîyê” li
ber çavan radixe. Pirtûka ku wekî belgeyeke dîrokî ya cihêwaz û degme tê
hesibandin; têrtijî ye bi zanyarîyên di der barê fedakarî û mêranîya mala Elîyê
Yûnis û eşîrên Kurd ên hevalbendên wê li beranberî leşkerên Tirk de. Ji Şerê
Mêlhayê û Motikan heta bi Şerên Gecoka 1926’an û Şerên 1927’an û mêranîya Reşê
Artirerî ya bêmînak li hemberî dijmin! Di vê berhemê de, Osman Sebrî me dixe
nava kefteleft û hêlemana serîhildana gelê Kurd li hemberî dagirkeran û balê
dikişîne ser efûyên derewîn, xapên dijmin û fen û fûtên wî di nav eşîrên Kurdan
de û kiryarên leşkerên dijmin ên nemirovane di der heqê jin û zarokên Kurdan
de.
Bûyerên van şeran ji alîyê Evdirehmanê Elîyê Yûnis bi xwe ve ji Apo Osman
Sebrî re hatine gotin û Osman Sebrî ew ro kirine di qalibekî vegotinê yê rewan
û herikbar de.
Berhema “Şerên Sasûnê” ya dîrokî ya Osman Sebrî vê carê bi çapeke cuda ji
nav weşanên Lîsê derdiçe…
Berhema ku dê bê temamkirin bi weşandina hemû berhemên nivîskarê welatparêz,
Apo Osman Sebrî!