
Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî
Kurte
Eliyê Herîrî yek ji
pêşengên şa’irên klasîk ên Kurd e. Jîn û serpêhatiya wî jî wekî ya gelek zana û
edîbên Kurd bi berfirehî nehatiye zanîn. Tiştê ji wî gihiştiye me bi tenê
nêzîkî deh şi‘rên wî ne!
Çavkaniya yekem a ku qala
Eliyê Herîrî kiriye Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye. Xanî, navê Herîrî digel şa’irên
me yên mezin -Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran- aniye zimên. Lê tu agahî derbarê
wî de nedaye. Piştî Xanî, ji 150 salî bêhtir kesê ku hinek zanînên kurt derbarê
wî de daye Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bazîdî, behsa heşt şa‘irên klasîk ên Kurmanc
kiriye û gotiye: “Şa‘irê pêşîn ji wan Eliyê Herîrî ye, dîwançeyek wî heye, şi‘r
û beytên wî di nav Kurdistanê de qewî zêde meşhûr û me‘rûf e.
Herîr jî gundek e li ser
navçeya Şemzînana Sencaxa Hekariyan e. Û (Herîrî) di nav gundê Herîrê de medfûn
e.”
Herîrî di şi‘rên xwe de
geh navê xwe yê rastîn -Elî- nivîsiye û geh jî mexlesa xwe ya Herîrî. Ji hinek
cihên şi‘ra wî, eşkere dibe ku devoka wî, bi ser devoka ‘eşîra “Sûrçiyan” ve
diçe ku cihê wan dikeve ser tixûbê Kurmanc û Soranan. Zaravayê wan di binyat de
Kurmancî ye, lê hinek peyvên Soranî jî di nav de hene.
Di vê kitêba li ber destê
we de, Tehsîn Îbrahîm Doskî deh şi‘rên Herîrî ji destxet û keşkûlên kevn berhev
kirine û navê wê “Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî” lê kiriye. Doskî, di
xebata xwe de pêşîn metnê eslî yê helbestekê hemî dane; piştre beytên wê yek bi
yek rêz kirine, li binê her beytê hinek peyv û îstilah îzah kirine û paşê jî ew
beyt şîrove kiriye.
Herweha di vê xebatê de,
sûdjêwergirtî jî li dawiya Dîwançeyê wek faksîmîle hatiye bicihkirin