Şerm
Kurte
“Çavên xaltîya Dilşayê çûn li ser pencereyê lûsiyan.
Çavên Şermînê jî çûn li çarnikalê odeyê gerîyan…”
“Dengê qirçeqirça paldankê diçe asîmana
Û awirên Şermînê li
rojava…”
ŞERM, him îhlalkirina
sînoran e, him meşrûkirina îhlalkirinê ye. Bûnewerî û jîyana derve vexwendîye
nava xwe û bûnewerî bi saya vê vexwendinê gihîştîye hebûna xwe. Hebûna
bûnewerîyê barekî giran e helbet, êş û kuleke mezin e. Şermê tam di vir de dest
bi îhlalkirinê kiriye; lewra ji bo êşa mezin ji giranîya wê xelas bike û zimên
newestîne, ew di gotinê de sivik kirîye, yan jî giranî bêwesf kirîye. Yanê êş
çiqas giran dibe, gotin ewqas sivik dibin, di sivikahîya gotinê de êş ji kirasê
dramayê xelas dibe û hemû çemên erdnîgarîya romanê ber bi heman deryayê ve
diherikin. Lê gava hemû çem digihînin hev û dibin qebûleke meşrû, veqetîna eslî
dest pê dike û berî dide nedîyarîyê…
Sîdar Jîr bi vê romanê
xwendevanan vedixwîne – lewra xwendevanên vê romanê hemû lehengên wê ne…