
Seta Antolojiya Dengbêjan 1
Kurte
Dengbêj Reso (Antolojiya Dengbêjan-1)
...Di têgeha “dengbêj” de “deng”, di çarçoveya meqam, sewt û awazên dengbêjiyê de melodî, lorandin, xulxulandin û jenandin e. Bi maneyeke din, di nava Kurdan de li ser eşq, şer û mijarên din bûyer qewimîne, li gelek deveran ev bûyer hatine bihîstin, van bûyeran bandor li ser civakê hîştine û di nava gel de “deng” dane. ...“Bêj” jî gotin û vegotin e. Bêj peyva bijarte ye. Bêj peyva kemilî û kamilî ye. Bêj, hêz û bedewbûna hunera dengbêj e. Bêj honaka kilamê ye, vegotin û sêwirandina naveroka kilamê ye. Wêjeya kilamê bi “bêj”ê diherike û dikemile. Bêj helbest e... Bi vê wateya dengbêjiyê ya resen, Dengbêj Reso di warê awaz û strandinê de di nav dengbêjan de bêhempa ye. Gelek kilam ji şêweyê wan yê herêmî derxistine kirasekî gelemperî li wan kiriye. Kilam di destê Reso de reqisîne, xemilîne, firiyane. Kilam bi Reso neqişîne û xweş bûne. Kilam bi awazê wî şêwe girtine, bi meqamê wî xastir bûne, bi ristina wî zelal û biserûber bûne...
Dengbêj Şakiro Antolojiya Dengbêjan 2
Dengbêjî yek ji wan stûnên herî xurt yê zargotina Kurdî ye. Dengbêj dema ku distirê ne tenê bi xweşiya dengê xwe, herwiha bi mijara kilama xwe bi teşbîh û metaforên zimanê xwe bûyeran ji nû ve di hişê guhdaran de vedijîne. Ev xal dengbêjiyê ji asta muzîkê derdixe û di zargotina Kurdî de li ser textekî nû dide rûniştandin. Dema ku behsa dengbêjî û dengbêjan bibe, bêguman navê ku herî zêde tê ser ziman, dengbêj Şakiro ye. Şakiro bi dengê xwe bi terza vegotina xwe û bi hûnandina teşbîh û tabîrên xwe navê xwe wek efsaneyekê daye nivîsîn. Li gund û bajarên Kurdan, di dawet û cemaatên Kurdan de bandên ku li ber dengê Şakiro hatine tijekirin, carinan di boxçê bûkan de bûne xelat, carinan bûne diyarî di navbera eşîr û egîtan de. Ev berhema di destê we de, em dikarin bibêjin ku heta îro xebata herî berfireh e ku li ser kilamên Şakiro hatiye nivîsîn. 35 heb li ser serhildanê, 183 heb li ser evîniyê, 27 heb di derbarê şerên navxweyî de, 3 heb destan û 18 heb jî di derbarê xwezayê de bi tevahî 266 kilam hatine berhevkirin. Gelek ji van kilaman cara yekem e ku dertên holê. Di vê berhema ku serpêhatiya amadekirina wê ji 10 salan zêde di ber xwe dayî de, kurtejiyana Şakiro û hemû kilamên ku ji aliyê Şakiro ve hatine gotin yek bi yek hatine nivîsîn. Herwiha gelek peyv, nav û teşbîhên ku di kilaman de derbas dibin hatine îzahkirin.
Miradê Kinê Jiyan, Huner Û Stranên Wî
Herêma Torê; ciyê dîn, milet û şaristaniyan e; herwiha cî û warê çanda Kurdan e jî. Yek ji hozanên me yê di nava vê pirrengiya çanda dewlemend de gihiştî, Miradê Kinê ye. Ew bi navê “Miradê Kinê”, “Mirado” û bi leqeba “Mîrê Ribabê” tê naskirin. Bi eslê xwe ji navçeya Kerborana Mêrdînê ye.
Miradê Kinê, hunermendekî dualî ye; hem stranên kêf û dawetan gotine hem ji yên dengbêjiyê. Stranên kêf û dawetan bi wezn û aheng, yên dengbêjiyê jî bi awaz û bi şewat gotine. Wî bi vê dualîtiya xwe, geh dilê xelqê xemgîn kiriye, geh jî şengîn kiriye. Wî, di muzîka Kurdî de digel awaz û şêwaza xwe, bi ribaba xwe jî reng û tarzekî nû û ciyawaz afirandiye, ku niha jî gelek hunermend li ser tarza wî stranan dibêjin.
Miradê Kinê, hem gula dîwan û civatan hem jî bulbulê dawetan bû. Li herêma Torê, hunermendê ku herî zede ji bo dawetan dihate vexwandin û hezkirin, ew bû.
Vêca ev kitêba li ber destê we li ser Miradê Kinê ye. Ji du birrên sereke pêk tê. Birrê yekem lêkolîn e li ser jiyana Miradê Kinê û stranên wî, birrê duyem jî deşîfrasyona 116 stranên wî ye.