Seta Bextiyar Elî
Özet
Deryas û Laş
“Tu li vir ji kê bipirsî, tu exlaqê bilind dixwazî an azadiyê? Dê bibêje, exlaqê bilind. Tu kê bibînî û jê bipirsî tu amade yî ji bo azadiya xwişka xwe bimirî? Dê bibeje na! Lê eger bipirsî tu amade yî ji bo parastina exlaq û namûsa xwişk, jin û neteweya xwe bimirî, tu dê bibînî hemû ji bo mirinê amade ne û serê hev dişkînin.”
Çîroka Rojhilat e ev. Bextiyar Elî di vê romanê de berê xwe daye vê çîrokê. Çîroka vê derê ku gel korê xwe ye. Korê halxweşî, dilgeşî, azadî û serxwebûna xwe ye. Mîna Îlyasê berber ku ‘ji her kesî zêdetir li ber awêne û neynikê rawestiyaye lê ji hemûyan kêmtir xwe dîtiye.’ Gel ji xwe bawer nake, ji hertiştî bi guman e, hertim xwe piçûk dibîne, dixwaze pûtan bişikîne lê pûtekî din ji xwe re çêdike. Gel ji rastiya xwe dûr e, li efsaneyekê digere, ti bîr û bawerî bo wî ne girîng e. Rizgariya xwe di destê rêberekî, serokeşîrekî an fermandarekî payebilind de dibîne bo îbadetê jê re bike. Şer, pevçûn, dizî, gendelî ne di bala vî gelî de ye. Her karî bi korayî dike û belkî jî ev korayî ye sedema bindestiyê. Welatekî wisa ku di dawiyê de karê dîroknasan tenê jimartina cenazeyan e.
Herwiha “Deryas û Laş” hinekî siyaset, hinekî dîrok, hinekî şoreş e bi vegotineke îronîk. Vegotina Rojhilat ku azadî, huner, afirînêrî û hevkarî lê têk çûye û durûtiyê xwe lê daniye.
Dagirkirina Tarîtîyê
Li destpêkê, Wezîrê Tendirustîyê yekem kes bû hizir kir wergêrekê kurdîyê peyda bikin û hewl bidin tê bigihin çi derdek bi serê vî mirovî da hatiye û berê çi kar dikir û di çi şert û mercan da tûşî vê nexweşîyê bû. Lê hemû dizanin anîna navê zimanê kurdî û axiftina pê qedexe ye. Ew bi xwe mirîdê rêbaza “Alparslan Turkeş”ê bû, bawerîya wî nebû zimanekê wisa û neteweyekê wisa heye, niha here bigere û bilûbîne kesekî jê ra peyda bikin karê tercimanîyê jê ra bike! Karekê wisa ne layiqî rêzdar wezîrî bû. Wezîr hema ku navê “kurd”ê bihîst rasterast mesele wek pirsgirêkeka sîyasî ya xofdar zanî, baş dît ji bilî pizîşk û dermansazan, hin kesên ku pisporên ewlekarîya neteweyî ne jî û ji metirsîya wî derdî tê digihin, werin nav pirsgirêkê.
Bi bihîstina navê kurd, rewşa Serokkomar Admîral Fahri Koruturk jî têk diçû. Her carekê ew nav dibihîst, divabû piştî wê hebeka serêşê bixwe. Çimkî Admîralî jîyana xwe ya leşkerî li ser deryayê derbas kiribû, tiştekê zêde li ser rewşa wan gundên kavil û xopan ên rojhilatî nizanîbû; xwe wek nûnerê wê Tirkîyayê hesêb dikir ku li raserî deryayê ye, Tirkîyaya ku diçe dûr û awira xwe li dûr vedide.
Bajarê Mosîqarên Spî
Sal, 1998. Elî Şerefyarê nivîskarê naskirî yê Kurdistanê li balafirgeheke Amsterdamê rastî kesekî bi cilûbergên spî tê ku zerfeke bi nota û CDyên mosîqayan dide wî da ku li Kurdistanê radestî navnîşanekê bike. Li wê navnîşanê jê tê xwestin ku hikayeta Celadetê Kotirê mosîqarê zîrek lê bedbext binivîse. Hikayeta ku paşê dibe romanek û navê wê dibe Bajarê Mosîqarên Spî, bi çavê nivîskarê xwe û karakterê xwe tê vegêran.
Bajarê Mosîqarên Spî, ya ku bi şêwazeke bançîrokî hatiye nivîsîn û tê de hêmanên postmoderniyê xuya dibin, berê me dide serdema nêzîk a mişt karesat li Başûrê Kurdistanê ji salên ‘60î heta salên ‘90î, nexasim salên di bin zext û desthilata Sedam Husên û Beesê de û ev bajarê mosîqaran di serdemeke wisa de tekane bajarê hemû bedewiyên ebedî ye ku xwe parastiye.
Di vê romanê de sînorên rastî û xeyalê xumam dibin, bajar û dinyayine din hene ku sînorên bedewî/kirêtî û başî/xirabiyê tê de ji hev vediqetin û karakterên wê her yek ji efsûnekê dipekin efsûneke din. Mosîqarê ku balinde pê re difirin, efserê ku bêhna porteqalan jê tê, doktorê ku xerîkî muzexaneya xwe ya nihênî ye di bin erdê de da ku hemû tablo û peykerên bedew ên dinyayê lê bicivîne, sozaniya ku perperok li dora wê digerin…
Bajarê Mosîqarên Spî romanek e di awaza mosîqayeke hiznî hiznî de, tabloyek e di dirûvê rengekî spî spî de.
“Bajarê Mosîqarên Spî û şêniyên wê, di demeke ku civak ji wan bêpar e, hesreta xweşikbûnê, rastiyê, resentiyê, evînê û edaletê sembolîze dikin.” Haşim Ahmedzade
“Bajarê Mosîqarên Spî vê çavdêriyê tekez dike ku Bextiyar Elî dîmeneke neadetî ya nivîskariyê nîşan dide di edebiyata hevçerx de ku ti bazareke edebiyatê nekariye kuj, koşe û dînîtiyên vegêrana wî bixe qalibekî.” Stefan Weidner
Apê Min Cemşîd Xan Ku Hertim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir
“Ez Cemşîd xan kurê Hisam xan kurê Zulfeqar xan kurê Emîn xan im, ku koka min vedigere ser mîr û şahên Zend, di filan roj û mehê de, min ji ezmanan ev tiştên li jêr dîtin…”
Cemşîd xanê tevî ku komunîstek e jî hez dike xwe bi van peyvan bide naskirin, di sala 1979an de ji aliyê be‘siyan ve hatiye hepskirin. Şertên xirab ê zindanên Be‘sê bêhnê lê diçikînin, ewqas lawaz û zeîf bûye dema ku ji hepsekê ber bi ya din ve dibin, ber bê dikeve û diçe. Piştî firariyeke kurt dixwaze ji efûyê istîfade bike. Şerê Iraq û Îranê germ bûye. Doktor û istixbarata artêşê dixwaze vê qabîliyeta wî di şer de bi kar bînin. Lê her firîn ketineke wê jî heye...
Cemşîd xan piştî ku ji ezmên dikeve xwarê, ji xeynî zimanê xwe yê Kurdî, her tiştî ji bîr dike. Her carekê bi munasebetekê di ser welatekî re difire, bi vî awayî li hemû dinyayê digere, nas dike, lê dawî dîsa li welatê xwe, Kurdistanê vedigere.
Bextiyar Elî, bi “Cemşîd xanî mamim ke hemîşe ba legel xoyda deybird” ne tenê rexneyeke tund li 30 salê dawî yê civaka kurd û Kurdistanê digre, karakterekî ku ê pir li ser bê axaftin, diyariyî edebiyata Kurdî dike.
Bextiyar Elî dibê, “Eger ez bimirim û bihêlin ez kitêbeke tenê bi xwe re bibim wê dinyayê, ji nav hemû kitêb û berhemên xwe, ez ê ‘Hinara Dawî ya Dinyayê’ bi xwe re bibim!”