Seta Hesenê Metê 2

340,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare2870
Yayınevi
Kolektif
Yazar
Hesenê Metê
Kitap Adı
Seta Hesenê Metê 2
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13.5 x 21 cm
Fiyat
340,00 TL + KDV
*340,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte

Deftera Sor

Di wê tariyê de, di wê bêdengiyê de û di wê şevê de ez fêrî gelek tiştan bûm: ez fêr bûm ku hêviyeke xurt çawa dikane bişikê, ez hîn bûm ku baweriyeke xurt çawa dikane li meriv sist bibe, ez hîn bûm ku rastî û derew, başî û nebaşî, zanîn û nezanîn çawa li gel hev û di hemêza hev de ne, ez hîn bûm ku erd û asîman çawa cîh li xwe vediguhere, ez hîn bûm ku mîr û ker ji bo hinekan çiqasî nêzî hev in... û ez fêr bûm ku êdî ev ne tiyatro û ne jî henekek e.

Min dizanîbû êdî kesek bi kesekî baweriyê nake, sond dixwim wan êdî bawerî bi xwe jî nemabûn. Dema ku baweriya meriv bi xwe jî tunebe, tê ewê maneyê ku narihetiyên derûnî dest pê kirine û mirin ne dûr e.

 

Hefsar

Û ev defter jî… li ser maseya ber serê min bûye weke kêla gornekê, tenê navê min jê kêm e, li bendê ye ku roja mirina xwe lê binivîsim. Lê nabe, lewra mêze dikim êdî weke berê destê min ji xwe ne bawer e ku binivîse… qelema min jî mîna dilê min şikiyaye û êdî xêra xwe nemaye.

De ev çi ye ji bona Xwedê, ev çi ye ku ez hîn jî bi pey ketime. Ev çi defter e, ev çi qelem e, ev çi nivîsandin e ku ez pê ve hatime girêdan û xwe mijûl dikim, xwe dixapînim… bi gotinên pûç û vala!

Dibe ku anuha… tiştê ku anuha min û jiyanê bi hev ve girê dide û bi hev ve disekinîne ev e, ev çend gotinên min in ku ez dinivîsim: gotinên ku êş û giraniyê li min germ dikin, gotinên ku ez nizanim nav û formekê bidimê, gotinên ku êdî ji hêza xwe ketine û maneyên xwe wenda kirine. De ka ev gotin bi kêrî çi tên û ji çiyê xwe re vebêjim. Ma kî ê ji van gotinan marîfetekê derxe û pê kêfxweş bibe? Kî ê ji êşa kesekî din lezetekê werbigire?

Na, ez ê êdî nekim. Ji bona ku mirinê dereng bixîne, Şehrezadê rabû çîrok dirêj kir… bi qasî hezar û yek şevî dirêj kir. Lê ez ê nekim, ez ê çîrokê dirêj nekim. Ez ê çîroka jiyana xwe dirêj nekim.”

(Ji romanê)

 

Li Dêrê

Hesenê Metê xwendevanan di Gotinên Gunehkar de dibe wareki piroz ů bo nav minaqeşeyeke lahoti-felsefi. Li Dêrê jî ew domê dide seredana cihên piroz û vẽ carê ew cih jî dêreke Swêdî ya li başûrë Stockholmé ye. Ev novel li maleke Xwedê, li dêrê dest pê dike û domé dide wan gengeşeyên xwe yên di Gotinên Gunehkar de dest pê kiribûn, lê vê carê bi ziman û gotinën evîndar û bi hestên birîndar û tobedar. Sidqî Hirori (Kulturname)

 

Hesenê Metê di novela xwe ya nû ya bi navê Li Dêrê de bi binmetnekî cihê û bi hîs û gûmanên însani li ser şopēn xapinok e. Hest ü hizrên mirovekî dixe bin mercekê û çünûhatinên wî yên bi êş û elem li ber me radixe.

Hesenê Dewrêş (Radikal)

 

 

 

Li ser vê kitêbê axirî dikarim bējim noveleke di hizra xwe de ye û diherike û bi xwendina wë hunê jî li ser rêşiyên çîroka xwe bifikirin. "We got erê?"

Sebê Cotkar (Le monde diplomatique-kurdî)

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Seta Hesenê Metê 2 bijare2870
Seta Hesenê Metê 2

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.