Seta Mesnewîyan 1
Özet
Xosrew û Şîrîn
Nizamiyê Genceyî jî yek ji wan kesan e ku navê wî û berhemên wî bi erdnîgarîya Îran û Rojhilata Naverast ve sînordar nemane û gehiştîne çar alîyên cîhanê û wisa jî ew bûye yek ji temsîlkarên edebîyata cîhanê. Lewma wergêrana berhemeke Nizamî bo Kurdîya Kurmancî bûyereke mezin a edebî ye. Heke wergêraneke wisa be ku ji destê hostayekî ziman û vegotinê derketibe ew dibe bûyereke mezintir. Belê xwendevanê hêja, ev wergêran/adaptasyona Xosrew û Şîrîn a Nizamîyê Gencewî ya ku ji aliyê hêja Perwîz Cîhanî hatiye pêkanîn, bûyereke mezin a edebî ye di warê ziman, edebiyat û weşangerîya Kurdîya Kurmancî de.
Yûsuf û Zuleyxa
Yûsuf û Zuleyxa, herçiqas zêdetir wek çîrokeke dînî/edebî bête zanîn jî, ew ji çîrokekê zêdetir e. Lewra di vê serpêhatiyê de kodên muhim ên hafizeya insaniyetê hene. Ji ber wê yekê, xwûnerên vê çîrokê aşinayê wan kod, motîf û epîzodên wê ne. Çunku ev çîroke, çîrokeke hevpar e ku parçeyek çîroka herkesî di vê çîrokê de heye. Loma jî ji edebiyatê heta resm û tiyatroyê, ji huner heta ilahiyatê di gelek qadan de ev çîroke bûye mijara berhemên girîng. Di edebiyata klasîk de jî cihê mesnewiyên Yûsuf û Zuleyxayan gelek girîng e ku şairên edebiyata klasîk wek armanc xwestine wê “çîroka herî xweş” -yanî bi gotina Qur’anê “ehsenu’l-qeses”ê- binivîsîn. Di edebiyata mesnewiyê ya Rojhilatê de metnên li ser vê çîrokê cihek taybet digirin û numûneyên wê yên nivîskî gelek in. Di edebiyata Kurdî de jî numûneya wê ya yekem metnê Selimiyê Hîzanî ye. Di vê xebata Ayhan Tek de, çîroka Yûsuf û Zuleyxayê ji aliyê bingeha xwe ve digel tesîra wê ya edebî hatiye vekolan. Digel transklîterasyona metnê mesnewiya Selîmiyê Hîzanî, di vê xebatê de arkeolojiya çîroka Yûsuf û Zuleyxayê jî hatiye tehlîlkirin. Bi vî şiklî bi giştî di edebiyata Rojhilatê de û bi taybetî jî di edebiyata Kurdî de ev çîroke hatiye vegotin. Di vê xebatê de digel analîzeke berfireh, edîsyon-krîtîka Yûsuf û Zuleyxayê hatiye kirin. Bi vî şiklî dê xwendevan û lêkolîner bikaribin li ser wê çîrokê ferqên nusxeyan û serencama berhemeke klasîk ya di nava destxetan de mabû bibînin.
Leyla û Mecnûna Sewadî
Leyla û Mecnûna Sewadî yek ji berhemên herî girîng ên edebiyata me ya klasîk e. Ev pirtûk yek ji şaheserên kurmancî yên klasik tê hejmartin. Leyla û Mecnûna Sewadî di bara hunera toreyî û raçandin û teknîka çîrokê de di pileyeke bilind de ye. Leyla û Mecnûna Sewadî tijî ye ji ciwankariyên toreyî û peyv û biwêj û hevbendên toreyî, ku têgihîştina wan ne karekî hêsan e û hewceyî Şirove û lêkolînên akademîk e.
Lêkolînerê navdar ê edebiyata klasik Perwîz Cîhanî ev berhema giranbuha ji bo xwendevanên kurdî şirove kiriye û bi zimanekî zelal û hêsan pêşkêşî wan kiriye. Di gel şirove û kurdiya wê ya îro, metna wê ya resen a bi tîpên aramî jî di berhemê de cih digire.